BEKSAV ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyayeke hunerî li dar dixe 2020-07-10 09:04:13 STENBOL - BEKSAV'ê di 5'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de bi dirûşmeya "Ji bo Pirsûsê hilberîne" di warê hunerî de kampanyayek da destpêkirin û ji bo piştgiriyê bang li her kesî kir.  Bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) 25 rêxistinên ciwanan bi dirûşmeya "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî adalet" kampanyayek da destpêkirin. Her wiha mileke kampanyayê jî di warê hunerî de ye û ev kampanya jî bi dirûşmeya "Ji bo Pirsûsê hilberîne" dest pê kir. Wê Weqfa Lêkolînên Zanist, Perwerdehî, Esetetîk, Çand û Hunerê (BEKSAV) kampanyaya di warê hunerî de bi rê ve bibe. Wê di çaçroveya vê kampanyayê de stranên ku 33 rêwîyên xiyalan hez jê dikirin ji hêla hunermendan ve bên gotin, wê stranên bên şandin li ser youtube'yê wekî konsertekê bên weşandin. Her wiha wê helbest, çîrok bên nivîsandin û resm bên xêzkirin. Wê nivîs jî di hejmara taybet a Pirsûsê ya kovara "Sanat ve Hayat" a di bin banê BEKSAV'ê de dertê bên nirxandin. Wê ji bo resman jî pêşangehek bê lidarxistin.    Hevseroka BEKSAV'ê Canan Kaplan got: "Armanca me ev e; 5 sal debras bûn lê hê jî daxwaza malbatan a ji bo edaletê didome û hê jî doz wekî xwe yê berê ye. Malbatên Pirsûsê û hevrêyên wan jî bi dirûşmeya 'Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet' têkoşîna xwe didomînin û bilind dikin. Me jî xwest em bibin hêla hunerî ya wê têkoşînê."    Kaplan, anî ziman ku ji bo Pirsûsê helbet hatine nivîsandin, stran hatine çêkirin û got: "Em ê helbest, çîrokên nû hatine nivîsandin binirxînin. Wê berhemên nû di kovara 'Sanat ve Hayat' a BEKSAV'ê de bên weşandin. Di hejmara taybet a Pirsûsê ya meha Tebaxê de. Wê di vê hejmarê de helbet, nivîs û çîrokên 33 hevrêyan nivîsandine jî cih bigirin."    KONSERA LI SER YOUTUBE'YÊ    Kaplan, da zanîn ku wê di warê muzîkê de jî hin xebat bên kirin û got: "Me stranên ku 33 hevrêyên me hez jê dikirin ji hunermendên hez ji wan dikirin xwest. Wê ew jî bibêjin û ji me re bişînin. Em ê jî wan li ser Youtube'yê bar bikin û wekî konserekê biweşînin. Her wiha ji bo Pirsûsê çend stran jî hatine çêkirin. Em ê wan jî di hefteya edaletê de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî de parve bikin. Wê milê sêyemîn ê kampnayayê jî qada performansê be. Em ê wê jî di hefteya duyemîn a meha Tebaxê de di pêşangeha resman de û bi performansan binirxînin. Em ê wê hefteyê çalakiyeke dansê, kurtefîlamn û pêşangeha resman li dar bixin."    Kaplan, anî ziman ku hêleke kampanyayê jî li Amedê didome û got, wê stran û helbestên ji hêla kesên li herêmê hatine nivîsandin û çêkirin bên berhvekirin û ji wan re bên şandin. Kaplan, got: "Li Pirsûsê ji bo Kuridstanê xeyalek hatibû çêkirin. Loma berhemên ji wir ji bo me girîng in. dilê me heye em qismek prformansan li wir bikin. Em dixwazin piranî bi kurdî be."    BANG    Kaplan, ji bo piştgiirya kampnayayê bang li her kesî kir û got: "Ên wek me difikirin, çi amator, çi extiyar, çi ciwan, çi jin, çi mêr, çi LGBT+Î her kes, em dixwazin hunera 33 xiyalan li gor xwe îfade bikin. Banga me ji bo her kesî ye ku bi awayekî tev li vê kampanyayê bibin."