Dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne 2017-12-31 10:47:14 AMED - Mamosteyê zimanê firansî Mahmut Nurettin Medyelîogullari, piştî teqawît bû, li navçeya Sûrê dest bi teşekirina keviran kir û bi teşekirina keviran dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne û zindî dike.  Mamosteyê  zimanê firansî yê 64 salî Mahmut Nurettin Medyeliogullari, piştî teqawît bû, li semta Deriyê Serayê yê Sûra Amedê li dikana bavê xwe dest bi hunera keviran kir. Medyelîogullari ku hêj 14 salî bû li ber destê bavê xwe karê hunera destan dikir, li ser metalan û kilsê fîgur çêdikirin. Medyalîogullari, piştî teqawît bû li ser kevirên bazalt ên Amedê dest bi teşekirin û neqişkirina keviran kir. Medyeliogullari li ser kevirên bazaldê sembol û remzên Sûrê yên wekî Mînareya Çar Lîng Kuleya Çanê, Kaniya Kastelê û gelek berhemên dîrokî li ser keviran dineqişîne.  Medyeliogullari, ani ziman ku di serdema dibistana seretayî de li cem bavê xwe şagirt bû û wiha got: "Min alîkariya bavê xwe dikir. Min ji temalan maşineyên pêlîstok çê dikir. Destê min pir sivik bû. Dema ez bûm ciwan dîsa ez bi vê hunerê eleqeder bûm. Piştî bavê min jiyana xwe ji dest da û ez teqawît bûm, min disa dest bi vî karê bavê xwe kir. Min dest bi hunera keviran kir û niha jî li ser keviran fîgur û berhemên dîrokê dineqişînim. Peyker û figurên dîrokê li ser van keviran dineqişînim. Li gorî berheman keviran hildibijêrim û dineqişînim."    Medyaliogulllari, anî ziman ku şehkirin û teşekirina keviran pir zahmet e, lê ji ber ku bi hezkirin û dildarî vî karî dike keyfê jê digire û dema vê hunerê pêş dixe sebra mirov jî fireh dibe û wiha got: "Dîroka kevir jî bi qasî dîroka mirovan kûr e. Em li malên Sûrê yên kevir ji dayik bûn û mezin bûn. Em her dem bi keviran re jiyan. Em her dem di nava keviran de bûn. Berê sînorên Amed tenê  Sûr bûn. Kanî, serşok, dêr, mizgeft, malên kevirî hemû di nava birc û Bedenên Sûrê de bûn. Her tişt ji keviran hatibûn avakirin. Ji ber vê yekê têkiliya me û kevir pir zêde ye. "    'EZ DIXWAZIM BI CÎHANÊ BIDIM NASANDIN'    Medyelîogullari, anî ziman ku bi salan e bi vî karî mijûl dibe û heta niha gelek berhem li dikana xwe kom kirine û wiha bi dawî kir: "Ez ne ji bo firotinê wekî hezkirin, sebr û habiyekê vê hunerê pêş dixim. Ez dixwazim di pêşerojê de du muzeyekê de bidim pêşandan û Sûrê bi cîhanê bidin nasandin.    MA / Esra Solin Dal