Ergezen a derhêner: Pêdiviya me ne bi asayîbûnê bi azadiyê heye 2020-07-21 09:11:37 ENQERE – Derhênara Belgefîlman Elîf Ergezen diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de karê kedkarên hunerê zehmet bûye û got: “Pêdiviya me ne bi asayîbûnê pêdiviya me bi azadiyê heye.”    Derhênera Belgefîlman Elîf Ergezen di pêvajoya vîrûsa koronayê de ku şert û mercên kedkarên hunerê zehmet kiriye nirxand. Ergezen diyar kir ku kedxwarî, saetên dirêj ên mesaiyan, bêewleh, bêmîsogerî, şertên bêpeymana kar û tacîz û mobbîng di sektora wan de hatine astek asayîbûnê.    ‘KARANTÎNAYA ME BERIYA KORONAYÊ DEST PÊ KIRIBÛ’    Ergezen da zanîn ku demek dirêj e Wezareta Çandê destek nedaye wan û got: “Karantînaya me beriya koronayê dest pê kiribû. Debara me nabe. Em fîlman bi butçeyek hindik dikişînin. Em bi awayek di karên din de dixebitin û debara xwe dikin. Hema bêje em bêbutçe fîlman dikişînin.”    'PÊDIVIYA ME BI AZADIYÊ HEYE’    Ergezen da zanîn ku piştî sansûrkirina Belgefîlma Bakur festîvalên mezin ên fîlman hemû yek bi yek radestî sansûrê hatin kirin û got: “Piştî carek din li welat şer berbelav bû êdî cih li darxistina festîvalên fîlmên azad re neman. Ji bo nîşandana fîlman gelek zor bû. Derhêner nikarin fîlmên xwe nîşan bidin. Yên ku fîlmên xwe nîşandan jî doz li wan hatin vekirin û hatin mehkûmkirin. Em di welatek her tişt lê qedexe ye de dijîn û nikarin tiştek hilberînin. Gelek fîlm hene hêj nehatine nîşandan. Niha behsa ‘asayîbûnê’ dikin. Jixwe asayîbûna me festîvalên bêsalon, fîlmên nehatine nîşandan, binçavkirin û girtin, bêkarî û bêmîsogerî bû. Di vî warî de pêdiviya me ne bi ‘asayîbûnê’ di esasê xwe de pêdiviya me bi azadiyê heye.”    'ÎQTÎDAR LI HEMBER SÎNEMAYA ALTERNATÎF BI KÎNDAR E’    Ergezen anî ziman ku li Tirkiyê sînemeya alternatîf tevî hemû zext û zehmetiyan jî didome û got: “Bêguman ew çi jî bikin wê sînemavanî bidome. Îqtîdar ji sînemaya alternatîf qet hez nake û li hember wê kîndar e. Lê wê her sînemaya wan rexne dike û alternatîf hilberandina xwe bidomîne.”    MA / Eylem Akdag