Avahiyên Rûmenan en li Gîresûnê bi tunebûnê re rûbirû ne 2020-07-22 09:03:08   GÎRESÛN – Li semta Zeytînlikê ya Gîresûnê 85 avahiyên dîrokî ku aydê Rûmê ne hatine tomarkirin bi hilweşandinê re rûbirû ne.    Li Rojhilatê Herêma Derya Reş gelek avahiyên aydê Rûmê ne û hêj şopên wan li ser in û li qeraxê deryayê ne ku bi ser Gîresûnê ve ye bi tunebûnê re rûbirû mane. Navê vir ê berê Kerasûs e. Li ser vî navî gelek rivayet jî hene. Heta sala 1923’yan Gîresûn yek ji bajarên herî zêde Rûn lê dijiyan bû. Li pişt Rûman qonax, dêr û cihên dîrokî man. Hêj şopa Rûman li ser van avahiyên dîrokî hene. Ev avahî di nava demê de ji ber lê nehatiye nêrîn gelek dîwarên wan hilweşayen û avahiyên dîrokî tên tunekirin. 68 qonax û dêrên Katolîk, Ortodoks û dibistanek hene û ev avahiyên dîrokî niha hatine guhertin û bi mexsedên cuda tên bikaranîn. Dibistana Rûmena bi dibistana Keçikan a Îmam Hatîbê hatiye guhertin. Dêra Ortodoksan jî wek muze tê bikaranîn. Dêra Katolîk jî veguherindine Pirtûkxaneya Zarokan.    MA / Tolga Guney