Xebatkarên NÇM’ê: Em ê hunera xwe bidomînin 2020-08-20 14:34:42   STENBOL – Xebatkarên NÇM’ê ku avahiya wan hat valakirin, gotin ku li gel hemû êrîşên jî dê xebatên xwe ji niha şûn ve jî bidomînin. Parlamentera HDP’ê Huda Kaya jî destnîşan kir ku dê teslîmê seltenata zilmê nebin.   Avahiya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ya li navçeya Beyoglû ya Stnbolê ku 18 sal bûn xebatên çandî û hunerî lê dihatin domandin, bi zorê hat valakirin. Li gel ku peymana wê hebû jî di sala 2019’an de bêyî ku navend bê agahdarkirin, ji aliyê Miduriyeta Weqfan ve ji bo avahiya navendê 3 caran îhale hatibû kirin. Navend bi rêyên cûda bi van îhaleyan hesiyan û her sê caran jî ket îhaleyan û 2 caran jî qezenc kir, lê îhaleyên navendê hatin betalkirin. Niha jî Miduriyeta Weqfan ji bo ku avahiya navendê bide Şaredariya Beyoglûyê ya AKP’î bi zorê navendê ji avahiya wê derdixe. Ji ber ku dema ji bo valakirinê hatibû diyarkirin îro bi dawî dibe, avahî ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin.    PIŞTIGIRÎ DAN XEBATKARAN   Ji bo ku amûrên li navendê xesarê nabînin ji aliyê xebatkarên NÇM’ê ve amûrên pêwîst hatin girtin û xebatkaran li avahiyê daxuyaniyekê dan çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Huda Kaya, Endamê MYK’a HDP’ê Ferhat Encu, Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût û Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyub Sûbasi, tevlî daxuyaniya xebatkarên NÇM’ê bûn û piştgirî dan wan.    WÊ XEBATÊN XWE BIDOMÎNIN   Solîstê Koma Çîya ya girêdayî NÇM’ê Huseyîn Îldan (Genim), diyar kir ku li gel hemû zordariyan jî xebatên xwe yên çandî û hunerî li avahîyê domandine û ev tişt got: “Mafê anîna ziman a çand, ziman û hunerê ya bi milyonan kurdan tê xespkirin. Mafê me ji destê me digirin. Bi zorê avahiya me ji me distînin. Lê li gel hemû astengî û êrîşan jî em ê îro û sibê jî xebatên xwe bidomînin.”   NEHEQÎ Û ZILM   Piştî Îldan, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî axaftineke kir. Kaya, destnîşan kir ku tişta tê kirin neheqî û bêhiqûqî ye û dê teslîmê seltenata zilmê nebin.