Aram û Ava: Tev li fuarê bibin 2018-01-09 12:59:19 EDENE - Weşanxaneyên Aram û Ava di 11’emîn Fuara Pirtûkan a Çukurovayê de ji bo xwendekarên xwe stant vekirin. Berpirsiyarên weşanan bang li xwîneran kir ku tev li fûarê bibin.  11’emîn Fuara Pirtûkan a Çukurovayê li Navenda Kongre û Fuarê ya Navneteweyî ya Edeneyê ya TUYAP’ê ji hezkiriyên pirtûkan re hat vekirin. Di fuarê de weşanxanayên Aram ku bi kurdî û tirkî weşanê dike û Ava jî ji bo xwendekarên xwe stant vekirin.  Di fuarê de danasîna gelek pirtûkan tê kirin û dê bernameyên gotyûbêj, rojên îmzeyan û panel bên li dar xistin.  Ji weşanên Aramê her zêde pirtûkên Sakîne Cansiz “Hep kavgaydi yaşamim” û Rojbîn Perîşan a “Gozyaşimin Agidiydi Senî Beklemek” û ji weşanên Ava jî pirtûka Ronî War a “Mem û Zîn” rastî eleqeyek mezin tên.    Xebatkarên weşanxaneya Aram û Ava bang li xwendekarên xwe kirin ku heya 14’ê Çile beşdarî Fuarê bibin.