‘Krîza aborî bandorek neyêyî li ser fûara pirtûkan kir’ 2018-01-14 09:25:28 EDENE - 11'emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovayê îro bi dawî dibe. Xebatkarê KOR Kîtap Yayinlari (Weşanên Pirtûkan a KOR) Burhan Coşar, diyar kir ku krîza aborî bandor li ser kirîn û firotina pirtûkan dike, edîtorê Weşanên Aramê Ulaş Guldîken jî da zanîn ku xwendevan herî zêde pirtûkên qedexekirî dixwazin. 11'emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovayê ji hêla Yekitiya Weşanên Tirkiyeyê û Fûara Edeneyê ya TUYAP A.Ş'yê ve tê lidarxistin, îro bi dawî dibe. Fûar li Navenda Kongre û Fûarê ya Navneteweyî ya Edeneyê ya TUYAP'ê, 9 rojan ji gelek pirtûk hezan re malovanî kir. Hin weşanxaneyên ku tev li fûarê bûn ji kirîna pirtûkan kêfxweş bûn, hin weşanxaneyan bi dilşkestî ne.   PIRTÛKÊN EZMÛNÊ ELEQE DÎTIN    Li gorî salên borî serlêdanên ji bo fûarê zêde bûn, lê vê yekê bandor li ser kirîna pirtûkan nekir. Di fûarê de 303 weşanxaneyan cih girt herî zêde eleqeya ji bo pirtûkê ezmûnan hebû. Her çendî fûar ji navenda bajêr dûr bû jî gelek xwendekar çûn fûarê û dibistanên ku ger ji bo xwendekaran li darxistibûn jî kêfa xwendekaran anîbû cih. Di fûarê pirtûkên zarokan jî eleqeyek baş dît, ciwanan jî herî zêde eleqe nîşanî pirtûkên macera, tirs, evîn û hêrsdariyê dan.   LI GORÎ SALÊN BORÎ KÊM E   Ruxmê gelek nivîskarên ku beşdarî fûarê bûn û hin panel û gotobêj li darxistin, li gorî salên borî kelecanek îsal tune bû. Xebatkarê Weşanên Pirtûkan a KOR'ê Burhan Coşar, destnîşan kir ku xwendekav hatine fûarê û eleqeyek heye, lê vê yekê bandora xwe li ser kirîna pirtûkan nekiriye û wiha axivî: "Yek serdema OHAL'ê ye. Zextên siyasî di vê demê de li pêşin. Ji hêleke din ve krîza aborî heye. Heke ji du aliyan ve lê bê mêzekirin, dema zextên siyasî zêde dibin, mirov xwe zêdetir nêzî pirtûk, çand, huner û wêjeyê dike. Lê niha li Tirkiyeyê krîzeke aborî heye, bêkarî li pêş e û mirovên bi KHK'an ji kar hatine avêtin bandorê li ser hemû qadên jiyanê dike.   DI SERDEMA AKP'Ê DE ZEXT ZÊDE BÛN   Coşar destnîşan kir ku di serdema OHAL'ê de weşanxaneyên ku tê xwestin bên bêdengkirin hene û wiha pê de çû: "Weşanên Evrenselê 30 sal in weşangeriyê dike û hat girtin. Dîsa di serî de Weşanên Aramê, gelek weşanxane pirtûkên wan qedexe kirin. Di serdema AKP'ê de zextên li dijî muxalîfan zêde bûn."   HERÎ ZÊDE PIRTÛKÊN QEDEXEKIRÎ DIXWAZIN   Edîtorê Weşanên Aramê Ulaş Guldîken jî anî ziman ku wan di fûarê de qasî ku li bendê bûn, zêdehî eleqedarî dîtine û ev tişt got: "Heke em xwedevanên pirtûkan ên Stenbol û Edeneyê bidin ber hev, xwendevanên ciwan ên li Edeneyê zêdetir eleqedarî nîşan dan. Li ser standa me tevgerek baş hebû. Ev kes jî ji ber ku xwendevanên ciwan bûn, em kêfxweş bûn." Guldîken da zanîn ku eleqeya ji bo pirtûkên kurdî û Musa Anter gelekî baş e.   Guldîken anî ziman ku hin pirtûkên qedexe kirî di weşanên cuda de ne qedexe ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev rewşeke trajîk e. Xwendevan her du pirtûkan dide ber hev, dibêje ku 'Ev jî pirtûk e, ev jî pirtûk e. Heman naverok e. Ev qedexe ye, ya din ne qedexe ye.' Gelekî ecêb dibînin. Em jî vê yekê ecêb dibînin. Em weşanxaneyeke 20 salî ne, roja ku hatiye avakirin heta niha, gelek pirtûkên me qedexe bûn. Xwendevanên me herî zêde pirtûkên qedexekirî dipirsin."