Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket 2021-03-19 11:17:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Derûnnasiya Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 12’an derket. Di vê hejmarê de jî li ser gelek mijarên derûniyê sekinîye û raxistiye ber çavan.    Kovara Psychology Kurdî di hejmara xwe ya 12’an de bi dosyeya “Derûnnasiya Rexneyî” derket hemberî xwendevanan. Weke ku tê zanîn derûnnasiya rexneyî ji aliyê zanistî, felsefî, civakî û polîtîk rexneyan li derûnnasiya serdest digire û di derûnnasiyê de guhertinên binyadî armanc dike. Ev mijar di qada derûnnasiyê de cihekî girîng digire. Psychology Kurdî jî bi hevpeyvîn û nivîsên curbicur li ser vê mijarê rawestiyaye.   Jan İlhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya “Girîngiya Dadmendiyê di Dermankirina Psîkoterapîk de” ku Aydin Rengîn ji îngilîzî wergerandiye, rola dadmendiyê di tendirustiya derûnî de dinirxîne û bi awayekî hûrgilî girîngiya dadmendiyê ji xwendevanan re rave dike.   Ian Parker derûnnas, psîkoanalîst û akademîsyenek e û herwiha di qada derûnnasiya rexneyî de gelek xebat û lêkolîn kirine. Kovara Derûnnasiyê pê re li ser derûnnasiya rexneyî, komên marjînelîzekirî, cudahiyên çandî, nijadperestî, cudakerî û kolonîzasyona entelektuel hevpeyvînek kir da ku xwendevan jê sûd werbigirin. Herwiha cih dane nivîseke wî û Erica Burman ya bi navê “Derûnnasiya Rexneyî: Çar Tez û Heft Şaşî” ku hîmê derûnnasiya rexneyî ye û ji aliye Suleyman Keskîn ve ji îngilîzî hatiye wergerandin.   Ercan Şen, Mete Sefa Uysal, Elif Sandal Onal û Yasemin Gulsum Acar bi nivîsa xwe ya “Nêrîneke Rexneyî li Xebatên Derbarê Qada Derûnnasiya Civakî” ku Abdulsittar Ozmen ji tirkî wergerandiye bi awayekî rexneyî û sîstematîk li ser xebatên derûnnasiya civakî yên derbarê meseleya kurdan hûr dibin û sedemên kêmasiya van xebatan ji aliyê derûnnasiya rexneyî ve dinirxînin.   Gulnaz Karatay, Azad Gundercî, Murat Cem Demîr, Nazan Gurarslan Baş, Yadigar Çevîk bi nivîsa xwe ya “Bandorên Psîko-trawmatîk yên Dêrsim’38ê li ser Nifşên Duyem û Sêyem” lêkolînekê bi me re parve dikin ku armanca vê lêkolînê eşkerekirina bandorên psîko-trawmatîk ên Dêrsim’38ê li ser nifşên duyem û sêyem e.   Sertan Batur bi nivîsa xwe ya “Gelo Bêyî Rexneya Derûnnasiya Teorîk, Pratîkeke Derûnnasiya Nêzî Civakê Pêkan e?” ku M. Sait Özmen ji tirkî wergerandiye li ser hesta yekitiyê, derûnnasî û polîtîka, arîşeyên pratîk yên kapîtalîzmê û erka dîrokî ya derûnnasiyê hûr dibe.   Baran Gursel bi nivîsa xwe ya “Derûnnasiya Rexneyî Çi ye: Du Xet û Nîqaşeke Kurt li ser Meseleya Reseniyê” ku Reşo Ronahî ji tirkî wergerandiye behsa têgiha derûnnasiya rexneyî dike û li ser rexnegiriya li dijî derûnnasiyê û li dijî desthilatdariya civakî, parastina domdariya rexnegiriyê û meseleya reseniyê disekine.    Yusuf Siyahtaş bi nivîsa xwe ya “Di Beşên Civakî de Krîza Replîkasyonê; Minaka Beşa Derûnnasiyê” li ser têgeha replîkasyon û krîza replîkasyonê radiweste.   Adem Yildirim bi nivîsa xwe ya “Du Rûpûşk û Jiyanek” peyvên “dûrahî”, “navber” û “dûrbûnê” li gel rûpûşkê bi kar tîne û bingeha peyva ‘rûpûşk’ê bi şêwazeke arkeolojîk û nêrîneke felsefî hinekî dikole pişt re jî digihe encameke rojane.     Gulperî Gunduz bi nivîsa xwe ya “Şideta Nav Malbatê:  Di Peywenda Jin û Zarokan de Nirxandineke Gelemperî” li ser têgiha malbatê, têgiha şidetê, cureyên şidetê, şideta li jinê ya malbatê, şideta nav malbatê û zarok radiweste.   Herwiha Bîlal Korkut bi nivîsa xwe ya “Di Çarçoveya Sînema û Psîkoanalîzê de Dahûrîna Fîlmê Melankolî yê Lars Von Trier”, Erdal Gul bi nivîsa xwe ya “Psîkolojîyê Lome Dîna Newîye Rê Çitur Nîyadano (Ewnîyeno)” di kovarê de cih digirin û mêvanê wan ê “Pirs û Bersiv”ê jî Naci Kûtlay e.   Xwîner dikarin hejmara 12’an ji pirtûkfiroşan peyda bikin.