Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt 2021-03-23 10:09:43 AMED - Seydayê Tîrêj di 79 salên rêwîtiya xwe ya wêjeyê de mîrateyeke bêhempa li pey xwe hişt. Di berhemên Wî de hesta neteweyî, evîna erdnîgariya Kurdistanê heye, banga serhildanê li ciwanên Kurd, wêrekiya jinên Kurd û yên cîhanê jî nîrên helbestê Tîrêj in. Dîwan kanîyeke ji dilê Tîrêj der bûye...      Yek ji Ronakbir û şairê Kurd Seydayê Tîrêj, 19 sal beriya niha  ji nava me koç kir. Di salvegera koçkirina Seydayê Tîrêj de Kurd wî bi helbest û berhemên wî bibîr tînin. Seydayê Tîrêj di sala 1923'yan de li bajarê Hesekê gundê Nicmê yê Rojava ji dayik bû. Weke gelek şair û ronakbîrên Kurd, Tîrej jî li medreseyê hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Piştî Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nureddîn Zaza nas dike hezkirina helbestê pê re peyda û zêde dibe. Bi tesîra van kesayetan weke welatperekî Kurd, di nava xebatên siyasî de jî cih digire. Di 1952’yan de ji hêla Rejima Suriyeyê ve tê girtin û qismek ji Dîwana wî ya helbestan tê windakirin. Seydayê Tîrej hinek kurteçîrok û mewlûdeke kurmancî nivîsandibe jî bêtir bi dîwanên wek Xelat, Zozan û Cûdî tê zanîn. Di sala 2002’yan de 23'yê Adarê li Hesekê diçe ser dilowaniya xwe.    Pirtûkên bi navê Xelat (1985), Zozan (1990) û Cudî (1998) yên Tîrêj destpêkê li Beyrûdê hatine çap kirin. Weşanên Peywend ev her sê xebatên Tîrêj di pirtûka Dîwan / Xelat - Zozan - Cudî de berhev kir û çap kir. Seydayê Tîrêj, li çar aliyê Kurdistanê bi nav û deng e bi taybetî jî li Bakûr. Gelek helbestên wî bi riya stranan di nava gel de belav bûne. Lê mixabin heya niha pirtûkên Tîrêj, li bakûrê Kurdistanê nehatibûne çapkirin û belavkirin. Bi vê berhemê êdî xwîner dê karibe ji kaniya Tîrêj, rih û hinavên xwe têr bike.   “Ji dil me hilda, pêteke şewat Wek pêlê derya, hilat û dahat   Çûna ser gora, Qadî Mihemed  Canfedayê Kurd, şehîdê welat   ***   Va Kurd bi carek, hemî li kar in  Tev bi silah in, bi kar û bar in   Şîhîn ji hespan, xweş tên didin deng Pîkolê dikin, bo şer li kar in”   Di berhemên Seydayê Tîrêj de hesta neteweyî, evîna erdnîgariya Kurdistanê heye. Her wiha banga serhildanê li ciwanên Kurd dike û dixwaze her ciwanekî Kurd keleha tirsê hilweşîne.   “Xortê jîr û xwendevan, çare û ûmîda millet Rabe ji xew tu carek, serê roja me derket   Xwe rapêçe birader, ji bo kar û xebatê  Kes nemaye di xew de, cîhan pêk ve li hev ket”   Seydayê Tîrêj di berhemên xwe de destanên Kurdan jî vehewandiye. Li ser destana “Siyabend û Xecê” 335 beyt nivîsîye. Dîsa di helbestên xwe de cih dide wêrekî serhildarêya jinên Kurd û yên cîhanê jî.   “Şêr şêr e ey keça Kurd, çi jin û çi ya mêr e Li Indêra binere, wa ye pêşkêşa welat   Wek Besê ya bi nav û deng, canfidayê Kurdistan  Di cenga Kurd û Tirka, li Sîpan û Ararat   Wekî Leyla çavbelek, jîna xwe ya ciwanî Ji bo Kurd û Kurdistan, daye mizgîn û xelat   Wek Cemîla Bûheyred, serbilinda Cezayîr Firensa ew seraser, dane ber dax û şewat   ***   Bese rabe keça Kurd, bişkîn tu qeyd û benda Wekî Tîrêj dibêje, dem û dewra te va hat”   Tîrêj di 79 salên rêwîtiya xwe ya wêjeyê de mîrateyeke bêhempa li pey xwe hiştiye. Xwîner dê Dîwan’ê de şopa dîyalektîka li dijî înkar û tunekirina serdema sedsala 20’an bibîne.   MA / Abdurrahman Gok