Defîneger texrîb dikin, serdêr qirêjî dikin 2021-04-04 09:00:33 VAN- Keleha Wanê ku hin deverên wê bi "betonê" hatine restorekirin, hem ji aliyê defînegeran ve tê texrîbkirin hem jî bi çopên kesên serdana wê dikin, derdora wê tê qirêjkirin.  Keleha Wanê ku ji dema Ûrartûyan ve maye û heya niha malovania gelek şaristaniyan kiriye, ji aliyê defînegeran ve tê texrîbkirin û serdêr jî bi çopên xwe wê qirêjî dikin.    Keleh di sala 2016'an de ketibû nav Lîsteya Mîratên Cîhanê ya Demborî ya UNESCO'yê. Wezareta Çandê ya Tirkieyê jî di sala 2010'an de bi 2 milyon TL'yî ew restore kiribû. Lê belê ji ber ku bi betonê restore kiribû, ew îhtişama wê ya dîrokî hatibû texrîbkirin. Piştî salan deverên bi betonê hatine restorekirin hêdî hêdî xera dibin. Nexasim jî hêla wê ya li başûr dikeve, bi qaî 3 metreyan hatie kolandin û ev yek zirareke mezind aye kelehê.    KEVIR JÊ DIKEVIN    Her wiha li hêla başûr ku wekî "Bajarê Wanê ê Kevn" tê binavkirin jî avahiên dîrokî hindik mane xera bibin. Mizgefta Mezin jî di nav de, kevirên avahiyên dîrokî yeko dikevin. Heya niha tu tevdîr nehatine girtin û rayedar tenê kevirên dikevin li deverekê kom dikin.    QIRÊJÎ Û NIVÎSÊN LI SER DÎWARÊN KELEHÊ    Yek ji pirsgirêkên sereke yên keehê û avahiyên dîrokî yên li derdorê jî qirêjî ye. Kesên tên serdana kelehê û avahiyên dîrokî dikin, çopên xwe davêjin derdorê ûq irêjî dikin. Ji hin deveran bêhna çopan tê.    Her wiha li ser dîwarên kelehê jî gelek nivîs hatin nivîsandin.    Têkildarî vê me hevdîtin bi rayedarên Muzeya Wanê re çêkir. Rayedaran diyar kir ku li herêmê du parêzvan hene û bi awayekî vardiyayî dixebitin. Rayedaran, bilêv kir ku ji ber ku herêm, herêmeke fireh e, nikarin pêşî li ber kolandinên qaçax bigirin, lê belê derbarê kolandinan de lêkolînan dikin û raporan amade dikin. Rayedaran anî ziman ku piştî raporan Desteya Parastina Heyînên Çandî ya Wanê, hin deverên hatine kolandin girtine an jî parastine.    MA / Dîndar Karataş