Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan 2021-04-18 15:58:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Îsal 12'emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Londonê, ji ber pandemiyê wê di navbera 16-27'ê Nîsanê de, cara yekemîn bi rêya onlînê bê lidarxistin. Rêveberiya mîhrîcanê, diyar kir ku ew ê 100 fîlmên k Kurd bê pere bidin pêşandan   Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Longrayê (LKFF), îsal ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19), wê bi hevpariya mîhrîcanên filmên Kurdî yên din re li dar bixe. Ji ber vê yekê mîhrîcan bi awayekê "Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Global" hat tesewirkirin. Ji gelek welatû herêman, wê bi dehan fîlmên derbarê Kurdan de hatine çêkirin, dê di mîhrîcana îsal de, bi temaya "Kurdistana Min" bên pêşandan.   Heta 27'ê Nîsanê wê 100 fîlmên Kurdî  belaş bên temaşekirin   Mîhrîcan ji sala 2001'ê ve ji aliyê komeke ku danasîna sînemaya Kurdî ji xwe re kirine armanc ve tê lidarxistin.     Film li ser vê navnîşanê dikarin bên temaşekirin.