Hunermenda dengê berxwedanê: Hozan Mizgîn 2021-05-10 11:52:06   AMED – Hunermend Gulbahar Kavcû, diyar kir ku Hozan Mizgîn stranên berxwedanê yên demê bi goşt û hestî kiriye û got ku wê mîrateya Hozan Mizgîn bigihînin nifşên nû.    Di ser mirina yek ji nûnerên hunera şoreşger Gurbet Aydin ku bi navê Hozan Mizgîn dihat nasîn re 29 sal derbas bûn. Hozan Mizgîn, di sala 1962’an de li gundê Bileyder ê Êlihê ji dayik bû. Piştî darbeya leşkerî ya sala 1980’an bi demeke kurt tevlî Tevgera Azadiyê bû û piştre derbasî Ewropayê bû. Hozan Mizgîn li Ewropa pêşengtiya xebatên çandê kir û bi stranên xwe yên “Çemê Hêzil” û “Gundino Hawar” xîtabî gel kir.    Hozan Mizgîn, bi huner û berxwedana xwe heta roja me ya îro hat û bi saya stranên Hozan Serhad weke "Mizgîna çeleng, xwedî nav û deng" di hişê mirovan de ma. Hozan Mizgîn ku bi sekn û têkoşîna xwe di serî de jin bandora xwe li ser gel çêkir, di 11’ê gulana 1992’an de li Tetwanê mala ku lê dima di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Hunermend Gulbahar Kavcû, derbarê Hozan Mizgîn de axivî.    DENGÊ BERXWEDANÊ    Gulbahar Kavcû, diyar kir ku bandoreke mezin a Hozan Mizgîn li ser muzîka kurdî heye û wiha got: “Dema ku navê Hozan Mizgîn tê gotin destpêkê dengê wê yê nazik û zirav tê hişê mirov. Hozan Mizgîn, bi awayekî bihêz berxwedana demê bi stranên xwe bi goşt û hestî kiriye. Wê di dema xwe de hêviya ku jê hatiye kirin zêdetir bandor çêkiriye.”   ‘MÎRATEYA WÊ HÊZ DIDE’   Di berdewamê de Kavcû, destnîşan kir ku Hozan Mizgîn di muzîka kurdî de kevneşopiyek ava kiriye û ev tişt anîn ziman: “Hin kes hene li pey berhemên mezin dihêlin hin kes jî hene weke Hozan Mizgîn kevneşopiyek ava dikin. Ne tenê ji muzîsyenên kurd re bi tevahiya jinên kurd re mîrateyeke mezin a têkoşînê hiştiye. Em bi aktîfbûna xwe û muzîk çêkirina xwe deyndarê Hozan Migîn in. Ev berxwedan, hêz dide me ku em bi awayekî tendurist bigihîjin armanca xwe.”   MA / Eylem Akdag