Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e 2021-05-14 13:10:37   AMED - Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî yê girtî, bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek parve kir û got: “Em ê vê mîrateyê biparêzin û emanetê zarok û neviyên xwe bikin. Ev berpirsiyartiya me hemûyan e.”   Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî yê bi hêceta çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê yên tevlîbûyî, di 26’ê Nîsanê de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê, bi malbata xwe re bi telefonê axivî. Ronî, di hevdîtinê de, bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek parve kir.    ‘WÊ HAWARA ME PÊŞKETINA KURDÎ BI XWE RE BÎNE’   Ronî, diyar kir ku 15’ê Gulanê bingeha xwe ji destpêka Kovara Hawarê digire û wiha got: “Di 15’ê Gulan 1932’yan de Celadet Elî Bedirxan û hevrêyên wî bi alfabeya latînî bi kurdî Hawar nivîsandin. Di hejmara yekemîn a Hawarê de wiha hatiye nivîsandin ‘Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîne, xwe nasîn wê ji me re rêya felatê veke.’ Yên ku felatê pêk bînin dikarin xwe bidin nasîn jî. Wê Hawara me pêşketina kurdî jî bi xwe re bîne.”   ‘PEYWÎRA ME HEMÛYAN E’   Ronî, destnîşan kir ku zimanê kurdî nasnameya gelê kurd e û wiha axivî: “Zimanê kurdî di heman demê de tê wateya statuya siyasî ya gelê kurd. Ziman ji bo gelê kurd pîvana welatparêziyê ye. Zimanê me mîrateya bav û bapîr, dayik û dapîrên me ne, emanetê zarok û neviyên me ye. Em ê vê mîrateyê biparêzin, pêşbixin û bi serbilindî emanetê zarok û neviyên xwe bikin. Ev peywîr û berpirsiyartiya me hemûyan e. 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li me, li we û li hemû gelê me pîroz be.”