Stranbêj: Ji bo çareseriyê hewcehî bi piştevaniyeke kolektîf heye 2021-06-10 10:22:55   WAN - Stranbêjên ku di pandemiyê de ji bo wan piştevanî nehat kirin, diyar kirin ku ji bo pirsgirêk bi awayekî mayînde werin çareserkirin, hewcehî bi piştevaniyeke kolektîf heye.    Şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) weke ku li hemû cîhanê belav bû, salekê zêdetire li Tirkiyeyê jî bandora xwe didomîne. Bi biryara qedexeya derketina derve re restoran, navendên kêf û şahiyê û gelek kargehên din di vê pêvajoyê de yek bi yek hatin girtin. Ji ber ku desthilatê di dema pandemiyê de alîkariya kargehên girtî nekir kargehan û xebatkarên wan pêvajoyeke gelek zehmet derbas kir. Bi hezaran kargeh hatin girtin û bi sed hezaran xebatkar bêkar man.    Saleke zêdetir e navendên kêf û şahiyê girtî ne û bi hezaran stranbêj ji ber ku nikarin karê xwe bikin rojên zor û zehmet derbas dikin. Weke sektorên din stranbêjan jî ji desthilatê tu piştgiriya aborî wernegirtine. Stranbêjên ku pirsgirêkên aboriyê dijîn, ji bo ku kirêya xwe bidin mecbûr man ku amûrên xwe yên muzîkê û tiştên malê bifiroşin. Di pêvajoya pandemiyê de jî bi sedan stranbêjan xwe kuştin. Stranbêjên bi salan e li Wanê stranbêjiyê dikin, anîn ziman ku di pêvajoya pandemiyê de desthilatê pişta xwe da wan.    XWE KUŞTIN POLÎTÎK IN   Stranbêj Mazlûm Anaç, anî ziman ku sedemên xwe kuştina stranbêjan polîtîk in û wiha got: “Sektora muzîkê di cîhanê de yek ji sektorên herî mezin e. Pandemiyê bandoreke mezin li stranbêjan kir. Hemû qadên ku stranbêjan jê debara xwe dikirin hatin girtin. Ji ber vebijêrkên alternatîf û piştevaniyeke civakî derneket holê texrîbatek çêbû. Gelek stranbêjan nekarî nan jî bibin mala xwe. Sedemê vê yê polîtîk jî heye. Ev pergal girîngiyê nade civakê. Mirov xwe dikujin. Xwe kuştina mirovekî, tê wateya xwe kuştina civakê.”     HEWCEHÎ BI ÇARESERIYEKE DEM DIRÊJ HEYE   Anaç, diyar kir ku Wezareta Çandê di bin banê Weqfa Yûnûs Emre de hezar lîre alîkarî daye stranbêjan lê ev pere kêrî tiştekê nehatiye û xwest ku Wezareta Çandê ji bo vê butçeyekê veqetîne. Anaç, da zanîn ku hewcehî bi çareseriyeke dem dirêj heye û wiha got: “Hejmara stranbêjan a li Tirkiyeyê digihe sed hezaran. Alîkariyên di vê pêvajoyê de têre nekirin. Êdî qedrê pere jî nemaye. Alîkariyên ku stranbêjan girtin an dan krediyan an jî deynan. Heke çareseriyekê bibînin divê dem dirêj be. Gotin wê 3 û 5 hezar lîre alîkariyê bidin. Dê vê jî bidin kesên ku bacê didin. Niha gelek stranbêj bêsîgorte dixebitin. Alîkariyên tên kirin ji kesên bisîgorte û kesên bacê didin re diçin. Vî pereyi nadin kesên ku pêwistiya wan bi pereyî hene.”   PIŞTEVANIYA KOLEKTÎF   Anaç, da zanîn ku dewlet li cem kesên ku pereyên wan hene disekine û wiha berdewam kir: “Bêdengkirina muzîkê tê wateya bêdengkirina mirovahiyê. Her civakê dengekî muzîkê heye. Ev bêdeng bibe wê muzîk jî bêdeng bibe. Ji bo ku em têkiliyên xwe yên civakê xurt bikin divê em bi awayekî kolektif di nava piştevaniyê de bin. Di encamê de mirov dimirin, xwe dikujin.”   ENSTRUMANA XWE FIROT   Derhenerê muzîkê û bestekar Orhan Aydin jî anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de gelek kesan nikaribûye nanekê bibin mala xwe û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de kesekê alîkariya me nekir. 30 sal in bi muzîkê ve mijûl im. Di pêvajoya pandemiyê de tu hevalên me nexibîtin. Em weke stranbêj di pêvajoyeke zor de derbas dibin. Di vê pêvajoyê de mirovan ji ber qeyrana aborî xwe kuştin. Hezar lîre alîkariya ku dewletê da me wê têra çi bike? Di her malê de 10 nufûs heye. Ji ber pirsgirêkên aborî mecbûr mam ku orga xwe bifiroş im.”   ‘EM DIXWAZIN MUZÎKÊ BIKIN’   Aydin, diyar kir ku stranbêjên ku nikarin karê xwe bikin mecbûr man ku di karên cuda de bixebitin û xwest ku hem dewlet hem jî karsaz xwedî li stranbêjan derkevin. Aydin, anî zima ku dixwazin şûna fikarên aborî bi karê xwe ve mijûl bin û wiha axivî: “Em dixwazin dewlet alîkariya me bike. Ez nexweşê diyalîzê me. Ez hatime rewşeke ku nikarim dermanên xwe bikirim. Êdî em amûrên xwe neşkînin, bila di van rojên zor û zehmet de li me xwedî derkevin.”