Walîtiya Rihayê dikana ku dabû hosteyê dawî yê qezazê, jê distîne 2021-06-23 09:05:04 RIHA - Walîtiya Rihayê li Kulliyeta Destkariyê ya Rizvaniyê dikanek dabû  hosteyê dawî yê qezazê Mehmet Emîn Gungor. Lê belê niha walîtî wî ji dikanê derdixe. Heger Gungor ji dikanê bê derxistin, dê sinheteke din jî ji holê bê rakirin.    Walîtiya Rihayê 4 sal berê li Kulliyeya Destkarî Rizvaniyê dikan dabûn gelek hosteyên destkariyê, lê belê niha atolyeyan vala dike. Yek ji van dikanan jî dikana qezazê ye ku li Rihayê tenê Mehmet Emîn Gungor vî sinhetî dike.    Mehmet Emîn Gungor ê 81 salî, di şeş saliya xwe de dest bi vê sinhetê kiriye û ji wê çaxê heya niha didomîne.    ‘MIN DI ZAROKATIYA XWE DE DEST PÊ KIR'    Gungor, diyar kir ku di 6 saliya xwe de li Bazara Qezazê ya li Çarşiya Girtî ya Dîrokî li ber destê hevalekî bavê xwe dest bi vê sinhetê kiriye û got: "Gava em şagirt bûn, em zû diçûn dikanê. Ji ber ku em biçûk bûn, em li ber destan bûn. Ji ber ku em biçûk bûn, hoste zûzûka rê me nedida, lê ji ber ku meraqdar bûm min li destê wî dinerî û gava ji dikanê derdiket, min bi xwe dikir. Berî bê min ji ve vedikir. Rojekê ez zevt kirim û gava dît ez dikarim çêbikim, êdî destûr da min. Lewma di demeke kurt de bûm hosteyê qezazê."    ‘DITIRSIM NEMÎNE'    Gungor, anî ziman ku qezazî 70 sal berê ji sinheteke ku ji zêrkariyê bêtir xwedîperstîj bû û zêrkar dihatin bi deyn pere ji qezazan distendin. Gungor, bilêv kir ku li herêmê bi tenê ew karê qezaziyê dike û got: "Niha ên me dibînin, heyr dimînin û dibêjin, 'ma hîn ev sinhet heye?' Ev sinhet, xwe dispêre salên dûr û dirêj. Gava min dest bi vê sinhetê kir, hosteyên min ên 80 salî hebûn. Wan jî ji me re digot, gava me dest bi vê sinhetê kir hosteyên me yên 80-90 salî hebûn. Qezaztî, esnaftya herî luks bû, lê niha ditirsim dê winda bibe."    ‘EM NE ESNAF, SINHETKAR IN'    Gungor, da zanîn ku walîiyê wê demê, 4 sal berê, li kulliyeyê cih dan wan û berê li Navenda Destkariyê (GESEM) karê xwe dikir. Gungor, destnîşan kir ku ne esnaf, sinhetkar in û got: "Divê dewlet, xwedî li sinhetkaran derkeve. Em li vir heqê kirê nadin; em heqê ceryan û avê didin. Ji Dîlokê gazî min kirin, ji min re gotin 'were em ji te re qursekê vekin, qezaztiyê bike.' Min got, ez dixwazim li vir, li Rihayê sinheta xwe bikim. Li vir cihwarên gelek çandan hene. Dibêjin, dê li vir ji bo 7 pêxemberan odeyan çêbikin. Li vir 34 dikan hene. Bila 10 heban veqetînin. Û hosteyên din dikarin li vir karê xwe bidomînin."    ‘HEGER ME JI VIR DERXÎNIN DÊ SINHET NEMÎNE'    Hevjîna Gungor Aynzelîha Gungor jî li cem wî ye û vê snhetê dike. Gungor ku bi salan e tevî hevjîna xwe li vê derê dixebite got: "Em li GESEM'ê bûn. Me anîn vira. Em hînî vira bûbûn. Em ji malê bêtir, li vir dimînin. Ji me re gotin, 'Hûn ê 15 salan bimînin', lê piştî 4 salan ê me ji vir derxînin. Heger me ji vir derxînin, ê sinheta me bimire. Me derxin, em ê herin ku? Cihekî jî ji me re nabînin. Ên tên vira û me dibînin kêfa wan tên û naxwazin ev sinhet bimire. Heger em ji vir derkevin, ê ev sinhet nemîne. her kes ji qeazên me hez dikin. Ji xeynî hevjînê min kesên karibin van qezazan çêbikin tune ne."    MA / Emrûllah Acar