Ava Heskîfê kêm bû, avahiyên dîrokî xuya kirin 2021-06-25 09:05:52 ÊLIH - Li herêmê ji ber hişkesaliyê, ava gola Bendava Ilisûyê bi qasî 30 metreyî kêm bû. Piştî av kêm bû, hin berhemên dîrokî yên di bin avê de mabûn xuya kirin.    Ji ber gola Bendava Ilisûsê ku paşê navê Veysel Eroglû lê hat kirin, Heskîfa 15 hezar salî û 199 jingeh di bin avê de mabûn. Lê piştî şert û mercên avhewayê guherîn û hişkesalî rû da, hin avahiyên dîrokî yên di bin avê de mabûn xuya kirin. Ava gola bendavê bi qasî 30 metreyî kêm bû.    AV KÊM BÛ   Aktivîstê ekolojiyê Ridvan Ayhan, diyar kir ku ava bendavê bi qasî 30 metreyan kêm bûye û bi vê re deverên dîrokî cardin xuya kirine.    Ayhan, anî ziman ku Mizgefta Koçê ya 650 salî ku minareya wê hatibû veguhastin û paşê ser wê bi betonê hatibû girtin û Keleha Heskîfê ya Biçûk piştî kêmbûna avê xuya kirine û dibe ku deverên dîrokî zirarê bibînin.    Ayhan, destnîşan kir ku hin şikeft û xaniyên di bin avê de mane jî xuya kirine. Ayhan, diyar kir ku li gel hemû hişyariyan jî hin kesan mudaxileyî xwezayê kiriye û Heskîfê di bin avê de hiştine, lê belê xwezayê bi vî awayî bersiveke tund daye van kesan.    MA / Fethî Balaman