Dansa 'Hêk' çi vedibêje 2018-02-05 09:54:59 AMED - Hunermendên Koma Dansê ya Navenda Çanda Mezopotamya bi lîstika dansê 'Hêk' a têkoşîna girtiyên li Zindana Amedê ya Hêjmar 5'an a di navbera jiyan û mirinê de vedibêjin derket ser dikê.  Hunermendên Koma Dansê ya Navenda Çandê ya Mezopotamya (MKM), bi lîstika Hêk a têkoşîna girtiyên li Zindana Amedê ya Hêjmar 5'an a di navbera jiyan û mirinê de vedibêje derketin pêşberî temaşevanan. Endamên Koma Dansê Îsmet Koroglu, Serhat Kural û Umut Sevgul li ser huner û zextên hikûmetê yên li ser hunerê axivîn.    Endamê Koma Dansê İsmet Koroglu, diyar kir ku di xebatên şano ya NÇM'ê de cih girtiye û wiha got: "Dansa 'Hêk' çavkaniya xwe ji Zindana Amedê digire. Mirov li ku û di nava çi şertan dibe bila bibe dikare bi derfetên xwe ji bo pêşerojê şopekê bihêle. Me xwest bi vê lîstikê vîna cewherî ya têkoşînê nîşan bidin. Divê her kes xwe be. Bi xwe bimeşin. Divê ji bo daxwaza xwe ya şiklê hebûna xwe têbikoşin."   Endamê Komê Serhat Kural jî anî ziman ku li Zindana Amedê ya Hêjmar 5 hemû jiyan di nava meskenekî asê de girtibûn û wiha got: "Me bi vê lîstikê nîşan da ku bedena mirov bi awayekî derûnî di bin zextan de be çawa tê guhertin. Deformasyonek çawa dijî. “Vîn û teslîmbûna mirovan çawa pêş dikeve. Em çiroka têkoşîn û mirinê bi vê listîka Hêk anî ziman.    Endamê Komê Umut Sevgul jî anî ziman ku zimanê wan dansa wan e û amûrên wan jî bidena wan e. Umut, anî ziman ku nêzîkbûna li hemberî bedenê û hişmendiya li ser bedenê tê avakirin nîşan didin. Şengul, anî ziman ku wekî Kurdistan û nirxên mirovahiyê yên li ser wê dijîn digirin dest.