Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Don Kîşotê leyîst 2021-06-29 22:05:52   AMED - Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Don Kîşot derket pêşberî şanohezan.    Şanoya Bajêr a Amedê piştî pandemiyê cardin dest bi lîstikên xwe kir. Şanoya Bajêr, piştî demeke dirêj bi lîstika Don Kîşot (Don Kîxotê) derket ser dikê. Hunermend, nivîskar, lîstikvan jî di nav de gelek şanohez lîstikê temaşe kirin. Şanohezan lîstik gelek eciband û dema lîstik qediya ji bo lîstikvanan li ser pêyan li çepikan xistin.    Şanoya Bajêr a Amedê ku di qada şanoya kurdî de her diçe bi lîstikên nû derdikeve pêşberî şanohezan, vê carê bi bi lîstika Don Kîşot derket pêşberî şanohezan. Lîstik ji romana Miguel De Cervantes a bi navê Don Kîşot hatiye wergirtin. Ê ku şanonameya wê amade kiriye Ferhad Feqî ye. Her wiha Feqî derhênarê lîstikê ye jî. Wergêra lîstikê jî ji aliyê nivîskar Dilawer Zeraq ve hatiye kirin. Lîstikvanên Şanoya Bajêr Ozcan Ateş, Şahabettîn Dag, Berfîn Emektar, Dîcle Guneş Yavûz, Ozkan Şeker û Şîlan Alagoz di lîstikê de cih girtin.    Wê lîstik sibê jî bê pêşandan.