Sînemaya Yilmaz Guney: Hat girtin, hat şewitandin, niha jî dê bikin park 2021-06-30 09:13:06 ÊLIH - Dê cihê Sînemaya Yilmaz Guney bikin park. Qeyûm Sînemaya Guney Yilmaz girtibû û piştî girtinê bi awayekî biguman şewitîbû.  Şaredariya Êlihê, di sala 2004'an de li Xaçerêya Tûrgût Ozalê Sînemaya Yilmaz Guney ava kiribû. Piştî ku di sala 2016'an de qeyûm tayinî şaredariyê hatibû kirin, qeyûm sînemayê girtibû û di 30'yê Çileya 2017'an de agir bê ketibû û şewitîbû. Hatibû derpêşkirin ku agir ji ber kontaxa ceryanê pê ketiye. Di 31'ê Adara 2019'an de gava şaredarî cardin ket destê HDP'ê, hevşaredar Mehmet Demîr û Songul Kormaz û endamên meclîsa şaredariyê, di civîna ewil de biryar girtibûn ku dê cardin sînemayê çêbikin. Lê ji ber 307 milyon deynê qeyûm, çêkirina sînemayê taloqî 2020'an hatibû kirin. Di 23'yê Adara 2020'î de cardin qeyûm tayinî şaredariyê hatibû kirin û çêkirina sînemayê cardin hatibû sekinandin.    Lê belê qeyûmê niha yê Şaredariya Êlihê Hûlûsî Şahîn, dixwaze li dewsa sînemayê parkê çêbike. Meclîsa şaredariyê ya ku qeyûm ava kiriye, di 21'ê Gulanê de biryar girt ku li cihê sînemayê parkê çêbike.    BÎRA BAJÊR    Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Êlihê ya TMMOB'ê Ahmet Bulent Tekîk, anî ziman ku Sînemaya Yilmaz Guney ji bo bajêr cihekî girîng bû û bîra bajêr bû. Tekîk, da zanîn ku di planê de cihê Sînemaya Yilmaz wekî qada civakî û çandî derbas dibe, lê belê niha tê xwestin ku ev wesfa wê bê betalkirin û wê veguherînin qada parkê.    Tekîk, diyar kir ku rêvebiriya heyî ya şaredariyê guherandina planê qebûl kiriye û di 4'ê Hezîranê de ji bo 30 rojî hatiye taloqkirin. Tekîk, anî ziman ku piştî 30 rojî dê plana heyî bi temamî ji holê bê rakirin.    Tekîk, destnîşan kir ku sînema sembola çandî ya bajêr bûye û got: "Bêtehamuliya ji bo Sînemaya Yilmaz Guney, bêtehamuliyeke li hemberî Yilmaz Guney û hunerê."    DEV JÊ BERDIN    Tekîk, bang kir ku divê demildest ev plan bê betalkirin û got: "Divê qada heyî wekî qada civakî û çandê bimîne. Em ê ji bo vê bitêkoşin."    MA / Fethî Balaman