Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin 2021-07-06 22:14:16 AMED -  Dibistana muzîkê Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin.   Dibistana muzîkê Zarok Ma ya  ji bone:perwerdehiya zarokên 0 û 5 salî ku wê bi dirûşmeya "Mala we ya duyemîn" xebatên xwe bidomîne, bi şahiyekê hat vekirin. Nûnerên gelek sazî û dezgehên sivîl ên civakî, malbatên zarokên ku qeydên xwe çêkirine û kesên ku piştevaniya Zarok Ma’yê kirin beşdarî şahiyê bûn.      ‘ZAROK MA XEYALÊN ZAROKÊN WELAT BÛ’   Di destpêka şahiyê de perwerdekarên Zarok Ma’yê Şêrko Kanîwar û Evîn Dulek, bi zaravayên kurmancî û dimilkî yên kurdî xêrhatina beşdarvanan kirin. Piştre Şerko Kanîwar axivî û destnîşan kir ku Zarok Ma xeyala zarokên vî welatî bûye û wiha got: “Zarok Ma xema xemxurên zimanê kurdî û zarokên vî welatî bû. Bi piştevanî û piştgiriya we Zarok Ma li zarokên vî welatî pîroz be. Em tena serê xwe ne tiştek in ji ber ku hûn hene em gelek tişt in. Em amade ne ku xizmeta zarokên vî welatî bikin. Em ê tu carî zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin.”   Di berdewamê de Kanîwar, da zanîn ku Zarok Ma di cîhanê de tekan e dibistana muzîka kurdî ye û wiha axivî: “Zarok Ma eşqa mamosteyên Ma Muzîkê ye. Em roj bi roj pêl bi pêl mezin dibin. ”   Piştî axaftina Kanîwar, navên çend kesên ku alîkariya Zarok Ma’yê kiribûn hatin xwendin û plaketên ku hatibûn amadekirin pêşkêşî wan hatine kirin. Dema pêşkêşkirina plaketan Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê tabloyeke wêneyê navçeya Sûrê ya dîrokî diyarî Zarok Ma'yê kir. Piştî plaketan orkestraya ku ji hemû xebatkarên Ma Muzîkê pêk dihat stran pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.    Wê ji bo pîrozbahiya Zarok Ma’yê di 10’ê tîrmehê de bi Orkestraya Ma’yê konserek were pêşkêşkirin.