12 hunermend li ser zimanê kurdî strîn 2021-07-19 09:31:55 AMED - 12 stranbêjên kurd li ser zimanê kurdî klîbek amade kirin û hunermend bi vê stranê balê dikişînin ser girîngiya zimanê kurdî.     Zimanê kurdî her dibe helbest û stran û di nava amûrên muzîkê de dijene. Heta niha gelek stran û helbest li ser xweş û şîrîniya zimanê kurdî hatine nivîsandin û gotin. Lê helbet strana ku herî zêde li ser zar û zimanê gelê kurd e strana “Zimanê Kurdî” ku aydê hunermend Aram Tîgran ve hatiye strandin û heta niha hunermendek kurd nemaye ku negotiye.    Stranek din jî li ser parastin û şîr helaliya zimanê kurdî bi navê “Zimanê Me” wek klîbek hat amadekirin û hat weşandin. Gotin û muzîka stranê aydê humermend Şahîn Farqîn e û 12 stranbêj vokaliyê dikin. Stranbêjên ku vokaliyê dikin wiha ne: Farqîn Azad, Zîlan Tîgrîs, Nûrcîhan Yilmaz, Îhsan Zanyar, Hêja Can, Dozvan Amed, Mehmûd Goçer, Ozan Îbrahîm, Şahîn Farqîn, Serhed Guneş, Serdar Baysal û Herem Nêrgiz. Dîmenên klîbê jî ji cih û warên dîrokî yên Amedê û dîmenên zarokan pêk tên. Hunermend bi vê klîbê balê dikişînin ser girîngiya zimanê kurdî û cih û warên dîrokî yên Kurdistanê.     Gotinên stranê wiha ne:   ZIMANÊ ME   "Zimanê me rûmeta me Ew nasname û hebûna me. Wekî şîrê dayîka me Li me helale ey hevalno Wekî şîrê dayîka me  Li me helale ey delalno.   Ew e rastîya hezar salan Ji xelkê re mekin talan.  Mîrasa Zerdeştê Kalan Biparêzin ji boy niştiman.  Mîrasa Zerdeştê Kalan  Biparêzin ji boy zarokan.   Helbesta Şêx Ehmedê Xan Bû evîna Memê Alan Helbesta Feqîyê Teyran Pê evîn kir Memê Alan Bersivî ji bo hemû cîhan çi xweşî zimanê kurdan Bersivî ji bo hemû cîhan  Her bijî zimanê kurdan.   Tu yî gelê herî dilsoz Bernedin vê doza pîroz  Xwedî derkev li zimanê xwe Bila xurttir bibe her roj Bi zimanê xwe biaxive Bila mezin bibe her roj.”   Lînka klîbê wiha ye: