Hejmara 21’emîn a Kovara Dilopê derket 2021-08-18 10:49:42   AMED – Kovara Dilopê bi hejmara xwe ya 21’emîn li pêşberî xwîneran e. Kovarê vê carê rûpelên dosyeyê ji bo rewşenbîrê kurd Qedrî Can ku îsal salvegera 49’emîn a wefata wî ye veqetandiye.    Kovara Dilopê ku her ji du mehan carekê bi kurdî û tirkî di warê çand, huner û polîtîkayê de weşanê dike bi hejmara xwe ya 21’an li pêşberî xwîneran e. Rûpelên dosyeya kovarê ji bo Qedrî Can ê rewşenbîrê kurd ê sosyalîst ku îsal salvegera 49’emîn wefata wî ye, hatine veqetandin. Di dosyeyê de mînakên helbestên wî jî, kar û barên wî yên edebî û siyasî jî, jiyana wî ya balkêş jî cî digirin.    Nivîskarên weke  Rêdûr Dîjle, Ayhan Erkmen, Prof. Dr. Merîwan Umer Dewlet, Îsmaîl Dindar, Enwer Karahan bi nivîsên xwe dosyeyê tînin pê û bergê kovarê jî wêneyê Qedrî Can dixemilîne.   Di mehên dawîn de di nav entelektuelên kurd de nîqaşek bi rê ve çû ku li ser têkiliyên ermen û kurdan û ‘mafê şeva ewil’ bû. Recep Maraşiı jî bi nivîseke balkêş beşdarî vê nîqaşê dibe. Dîsa nivîsa Mehmet Bayrak jî bo heman nîqaşê çavkaniyeke din e.    Mesut Alp bi nivîsên xwe di vê hejmarê de jî berdewam e. Alp vê carê çîroka Îskender Zulqarnên bi rastiya wê ya civakî ve li ber çavan radixe.   Welat Esen ê ku di Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî de bi ser ket,  ji wê dosyeya xwe bi du helbestan cara ewil li pêşberî xwîneran e.    Weke her hejmarê dilop cî dide helbest, makale, çîrok û risman. İbrahim Karaca, Bernas Qerejdaxî, Kemal Înal, Namik Kuyumcu, Mela Mihyedîn, Can Eraldemir, Veysî Ulgen, Cuma Pîa û Mem Al bi nivîs, helbest û wergerên xwe; Fewzî Bîlge jî bi wêneyê xwe di hejmara dawî de cî girtine.