Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist 2021-08-23 10:09:05 AMED - Hunermendê dengxweş Mîkaîl Aslan ê ku bi hunera xwe ya zaravayê kirmanckî (zazakî) tê zanîn li Amedê konserek bêhempa li dar xist û dengê stranên herêma Dersimê li Amedê olan dan.  Hunermendê dengxweş ku ji Dersimê ye Mîkaîl Aslan ê bi hunera xwe ya ku tê hezkirin tê nasîn, piştî Stenbolê li Amedê konserek bêhempa li dar xist. Aslan bi organîzasyona Amîdartê li baxçeyê Zarok Ma’yê derket ser dikê. Hunermend Cem Erdost ku Erzînganî ye bi tembûra xwe ya awaz xweş bi Aslan re derket ser dikê. Bi sedan welatî beşdarî konserê bûn û gelek nivîskar û rewşenbîran jî di konserê de cihê xwe girt. Mîkaîl Aslan bi kêfxweşiya xelkê derket ser dikê û bi strana Miraz dest bi konserê kir.    ÇEM VANO    Mîkaîl Aslan di rêza duyemîn de strana ku di nava xelkê de jî gelek tê ecibandin Çem Vano got. Aslan destnîşan kir ku di vê stranê de têkiliya wî û çem heye û got: “Ev muhabeta min û ya çem e. Bi taybetî yên ku li gundan dijîn baş dizanin, di mehên biharê de ava çeman radibe û rengek xweş lê dibe. A girîng ew e ku em wî rengî biparêzin û rêz bigirin.” Aslan got nivîskar Selîm Temo strana Çem Vano wergerî kurmancî kiriye û beşa kurmancî ji temaşevanên xwe re xwend.    SILAV LI YÊN KU JI AXA XWE ÇÊBÛNE    Aslan di axaftina xwe ya di navbera stranan de bi bîr xist ku her çiqas Konservatuara Aram Tîgran ji aliyê qeyûmê Amedê ve hatibe girtin jî lê bi destê kedkaran ev avahî û baxçe ji bo zarokan hatiye çêkirin. Aslan got spasiya xwe bo hemû kedkarên Ma Mûzikê dike û spasiya Amîdartê jî kir û got: “Silav ji yên ku ji axê ji nû ve çêbûne.”    Hema bêje di tevahiya stranan de temaşevanan jî adeta bi Aslan re stran lê vegerandin. Dengê stran û awazên Aslan li Amedê adeta olan da.    Aslan û Cem Erdost jî lawjeya "Bugün bayram günüdür (Îro roja cejnê ye)" bi hev re gotin.    Aslan bi taybetî strana ji bo zarokan çêkiriye “Ding Dingo Banî Sero” jî got û bi vê stranê re adeta tembûr û amûrên din lal kir.    Her wiha Aslan di konserê de stranên wek “Çi Çeme Çeme, Mel Şî, Dîlbera Dersimê, Dilo Dilo, Way Way Nînna, Elqajiye” gotin.    Konser bi govend gerandina welatiyan bi dawî bû. Seranserî konserê deng çepik û tîlîliyan ji baxçe olan da.   Aslan wê îro jî li navçeya Siwêregê ya Rihayê bi organîzasyona Amîdartê konser li dar bixe.