Bi wêneyê Taybet, Laçikên Spî, Elçî û Roboskî şewqê dide tualê 2018-02-11 09:23:55 ÎZMÎR – Wênesaz Ayşe Gîrgîn wêneyê xwe di pêşengeha bi navê “Ji bo dîtin û fêmkirinê nêz bibe, pişt re…” anî ba hev. Gîrgîn di qewimînên serdema qedexeya derketina derve de jî kir tuale û got bi xêzkirina wêneyan ew pêdiviya civakê ya ji bo aştiyê vedibêje.  Wênesaz Ayşe Gîrgîn bûyerên civakî û şer bi tualê vedibêje. Gîrgîn ji Beşa Wêne ya Zanîngeha Dokuz Eylûlê xwendina xwe kuta kir. Gîrgîn ji biçûkatiya xwe ve eleqeya wê ji bo wêneyan eleqeya heye û hemû berhemên hilberandine bi pêşengeha bi navê “Ji bo dîtin û fêmkirinê nêz bibe, pişt re…” berhev kir. Pêşengeha xwe li Galeriya Hunerê ya Çetîn Emeç vekir û dê heta 12 Sibatê bidome. Tabloyên bi temaya aştiyê balê dikişînin. Di nav berhemên Gîrgîn de wêneyên qedexeya derketina derve yên li bajarên heremê xêz kiriye jî hene. Gîrgîn bi xebata xwe ya “Şerma laçika spî” balê dikişîne ser rojên qedexeyan ku mirov çawa di hedefa guleyan de bûne.    Gîrgîn diyar kir ku piştî zanîngeh xelas kiriye li gel hevalê xwe atolyeya wêneyan vekiriye û pişt re jî dest bi mamostetiya Hunerên Dîtbarî kiriye û bi giştî 21 xebatên wê hene û li ser tuale bi boyaxa akrîlîk wêneyan xêz dike.    Gîrgîn behsa serpêhatiya xwe ya wênesaziyê kir û got “Dema ez firçeyê didim destê xwe hestên min xwe didin der. Carna di serê min de hûnandin çê dibe û dest bi xêzkirina wêne dikim. Tişta ez difikirim dema derbasî tuale dikim, serpêhatiyek dest pê dike û ez nizanim dê ew xebat min ber bi ku ve bibe. Gelek pêvajoyên wêneçêkirinê hene. Di wê demê de mirov gelek tiştan fêr dibe.”    DAYIKA TAYBET DI TUALÊ DE YE    Gîrgîn da zanîn ku gelek wêneyên wê ku qedexeya derketina derve ya li bajarên heremê hene û wiha got: “Min êşa Dayika Taybet a li Silopiyayê hat qetilkirin gelek hîs kir. Li ser her mirovî bandorek mezin kir. Cenazeyê wê 7 rojan li nava kolanê ma. Ev yek gelek bi xof û balkêş bû. Tabloyek ez gelek pê bi bandor bûm.”    ELÇÎ Û ROBOSKÎ JÎ JI BÎR NEKIR    Gîrgîn behsa xebata xwe ya “Şerma laçikek spî” kir û got: “Min hîs kir ku di wan qedexeyan de ala spî têra vegotina aştiyê nekir.” Gîrgîn têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî navê “Birîn” û der barê komkujiya Roboskî de jî navê “Sînor” li xebata xwe kir û got ku ew bi van wêneyan pêdiviya civakê ya ji bo aştiyê vedibêje.   Gîrgîn hêvî kir ku demek zûtirîn pêvajoya şerê li Efrînê veguhere aştiyê û êdî li welat aştiyek mayînde pêk were.    MA/ Rûken Demîr