‘Gorunmez Kadin’ û zaraveyekî li ber tunebûnê gihand hev 2018-02-17 09:21:43 STENBOL–  Derhênerê fîlmê "Gorunmez Kadin" Lutfu Erdem, destnîşan kir ku wî xwestiye jina ku di civakê de tune tê hesibandin xuyangtir bike û wiha got: "Min xwest zimanekî ku li ber windabûnê û jina ku nayê xuyakirin bînim gel hev û hîsiyatekê biafirînim."  17'emîn Mîhrîcana Fîlmên Serbixwe ya !f Stenbolê bi têmaya "Jiyan heye" di 15'ê Sibatê de li Stenbolê dest pê kir. Wê fîlm heta 25'ê Sibatê li Cinemaximum City’s Nîşantaşi, Cinemaximum Kanyon, Cinemaximum Budak & CKM û Cinemaximum Akasyayê bên nîşandan. Îsal ji 36 welatan 111 fîlmên 120 derhênerî di mîhrîcanê de cih girtin. Wê xwendekar di nava hefteyê de biroj karibin bi 2 lîreyan û êvarî ji bi 19 lîreyan fîlman temaşe bikin. Her wiha welatiyên din jî bi 22 lîreyî fîlman temaşe dike.    Di mîhrîcanê de ewil fîlmê "Lady Bird" (Xalxalok) ê Greta Gerwig ku ji bo Oscarê wek namzet hat nîşandan hat pêşandan û heta niha 15 fîlm hatine nîşandan. Yek ji van fîlman jî kurtefîlmê Lutfu Erdem "Gorunmez Kadin" (Jina Neban). Erdem fîlmê xwe bi kurdî kişandiye. Fîlmê ku bi zaravayê kirmanckî hatiye kişandin, bi têmaya xwe balê dikêşe ser jinên bindest, tune tên hesibandin û şidet li wan tê kirin. Derhêner Erdem der barê kurtefîlmê xwe de agahî dan û got wî xwestiye bi vî fîlmî jinê xuyangtir bike.    ‘ME XWEST EM BIBIN QÎRÎNIYA JINÊ YA NAYÊ BIHÎSTIN'    Erdem got wî xwestiye cinayetên jinan ên naxuyên xuyangtir bikin û domand: "Jinên dema sax in û şidet li wan tê kirin dengê wan nayê bihîstin. Tenê piştî dimirin li ser jinan tê xeberdan. Bi taybetî di fîlm de me xwest em balê bikêşin ser vê yekê. Ev rastiya me ye. Dema jin sax e kes xeber nade. Ji bo astengkirina şidetê cezayên texilker nayên dayîn. Dewlet vê yekê asteng nake. Me xwest em bi vî fîlmî bibin qîrîniya jinê ya nayê bihîstin."    Erdem, sedema ku fîlm bi zaravayê kirmanckî hatiye kişandin jî vegot û diyar kir ku wan xwestiye bi zimanekî li ber tunebûnê jina naxuyê bînin gel hev û hîsiyatekê biafirînin. Erdem destnîşan kir ku kirmnackî zaraveyekî li ber tunebûyînê ye û got: "Endîşeyên min hene ku wê nifşên pêyî me bi vî zimanî neaxivin. Divê di sînemayê de, di wêjeyê de li her qadên jiyanê her kes cih bide kirmanckî."    Kesê bixwaze ji vê lînkê dikare bernameya mîhrîcanê bişopîne:     “ http://www.ifistanbul.com/en/schedule/istanbul/ ”