Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir 2021-12-24 11:44:29   AMED - Ji bo bîranîn û yadkirina Arjen Arî yê yek ji pêşengê helbesta kurdî ya nûjen, ku di 30'yê cotmehê çû ser dilovaniya xwe, dê îsal pêşbirka 9'emîn a helbestê bê lidarxistin.   Pêşbirk ji bo xwedîlêderketina Zimanê Kurdî û Wêjeya Kurdî ye ku Arjen Arî di hemû jiyana xwe de bo wê kedeke muhîm da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê yên navneteweyî ye. Pêşbirka 9'emîn ji hêla malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê lidarxistin.   Şert û mercên başdarbûna vê pêşbirkê ku dixwaze berhemên wêjeyî yên giranbuha diyarî weşangeriya kurdî bike û wan raberî girseyeke mezin ê xwîneran bike ev in;    * Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.   * Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla saziya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve, ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.     * Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.   * Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.           * Berhemên ji hêla saziyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.   * Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.   * Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.   * Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.   * Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.    * Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe û bi USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin.    * Dosyeyên ku bi kompûterê nehatî dîzaynkirin û USByek pêve nekirî wê neyên nirxandin.   * Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.    * Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.    * Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2022an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin.   * Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê navnîşanê re bêne rêkirin:   Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî  Yenişehir Mahallesi, Ali Emiri 5. Sokak, Ademoğlu Apt, No:8, Daire:7, Yenişehir/Diyarbakır (li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê)   * Serlêdanên rûbirû nayên qebûlkirin.  * Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayêne vegerandin.  * Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne. * Kesên xwedî berheman divê di navbera heya 1ê Adara 2022an dosyeyên xwe bişînin.   Endamên Jûriya Pêşbirkê jî wiha ne: Îrfan Amîda, Necla Arî, Hamid Omerî, Hatîce Kiliç, Rêdûr Dîjle