Komeleya Çandê ya Dîcleyê wê piştî 3 salan konser bide 2022-02-14 09:13:14 AMED - Ji ber vîrûsa koronayê wê piştî 3 salan li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi beşdariya gelek hunermendan di 26'ê sibatê de konser bê dayîn. Stranbêj Rêncber Agirî, ji bo konsere banga tevlîbûnê kir û xwest ku herkes ji bo xwedî derketina li çanda xwe tevlî konserê bibe.   Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, ji ber vîrûsa koronayê wê piştî 3 salan li Eywana Dewetê ya Avayê ya li taxa Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê, bi beşdariya gelek hunermendan konser bide. Wê konser saet di 18.30'an de bê dayîn û Orkestra Ma, Azad Bedran, Hîvron, Mizgîn Tûran, Şîlan Dora, Ahmet Jiyara û Rêncber Agirî derkevin ser dike û stranên xwe pêşkeşî beşdarvanan bikin. Rêncber Agirî ku di heman demê de xebatkarê komeleyê ye jî ji bo konserê banga tevlîbûnê kir.    HUNERMENDÊN SURPRÎZ HENE   Rêncber Agirî, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê 3 sal in konser nedane û wiha got: "Piştî demeke dirêj em ê muzîka kurdî bigihînin gel û  stranê xwe bi wan bidine gohdarkirin. Ji bo xelaskirina derûniya nexweşiya 3 salan em ê bi konserê derkevin pêşberî gelê xwe. Bi konserê em dixwazin fikra xwedî derketina li çenda kurd û kurdî ku bi saya kesên mîna dengbêjan heta roja me ya îro hatiye bihêz bikin. Em dixwazin herkes bê stranên me guhdar bikin. Wê hunermendên surprîz jî hebin. Me bernameyeke têr û tijî amade kiriye. Em bang li gel dikin ku tevlî konserê bibin û li çanda xwe xwedî derkevin."