Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir 2022-03-02 21:45:26   AMED - Akademiya Ma Musicê, 5 saliya xwe pîroz kir. Di pîrozbahiyê de hat destnîşankirin ku dê Ma Musîc zarokên vî welatî bê muzîk nehêle.    Akademiya Ma Musicê, ji bo 5 saliya xwe li hêwana Şanoya Bajêr a Amedê ya li semta Dîclekent a navçeya Peyas a Amedê şahiyek li dar xist. Endamên akademiyê, malbatên wan û gelek kes tevli pîrozbahiyê bûn. Dengbêj Apê Ûsiv ê ji Wanê hat, dengbêj Serwan ê ji Rihayê hat û perwerdekarên akademiyê bi stran û kilamên xwe 5 saliya Ma Musîcê pîroz kirin.    'EM Ê ZAROKÊN VÎ WELATÎ BÊ MUZÎK NEHÊLIN'   Di destpêka şahiyê de mamosteyê Ma Musîcê Ferhat Ertaş axivî. Ertaş, got: "Piştî OHAL'ê bi tayinkirina qeyûman vîna gel hat binpêkirin. PIştî vê qeyûm tayinî sazî û dezgehên ji bo kurdî dixebitin jî kirin. Komeleya me ya berê jî hat girtin. Lê wan komeleyek me girt, me 4 komeleyên din vekirin. Em bûn bi hezaran û me xwe gihand hemû malan. Wan ziman qedexe kir, em bi înad bi zimanê xwe stirîn. Wan xwest çanda me biçûk bixînin, me dewlemendiya çanda xwe bi dengbêjiya strand. Em niha her ku diçe mezintir dibin. Bi vîn li dijî bişaftin û êrîşan em li vir in û distirên. Em nahêlin zaroken vî welatî bê muzîk bimînin."    Piştî axaftinê dengbêj, perwerdekar û şagirtên Ma Musîcê bi stran û kilamên xwe hêwanê geş kirin.    Paşê plaket hatin dayîn. Piştî dayina plaketan, şahiya pîrozbahiyê bi stranên şagirtên Ma Musîcê bi dawî bû.