Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike 2022-04-28 18:01:44 AMED - Tiyatoro Sî lî Amedê bi lîstika ‘Tu Ne Gara Yî’ derket pêşberî bînerên xwe. Lîstikvanê lîstikê Muammer Kaddafî Unal destnîşan kir ku lîstik hem hişmendiya pergalê rexne dike hem jî dide kenandin.      Navenda Çand û Hûnerê ya Sî (GKSM) ji sala 2009’an ve xebatên xwe yên çand û hûnerî didomîne. Tiyatroya Sî jî ji avabûna saziyê heta niha xebatên şanoyê dimeşîne. Koma Şanoya Sî salek beriya niha amadekariyên lîstika xwe ya yekemîn a bi navê ‘Tu Ne Gara Yî’ da destpêkirin. Lîstik piştî li Stenbolê hat lîstin, beriya ku li Amedê derbikeve ser dikê di 24’ê nîsanê de li Wanê, di 25’ê nîsanê de li Êlîhê derketibû ser dikan û lîstika "Tu Ne Gara Yî" ya nivîskar Azîz Nesîn dabû pêşandan. Lîstika ku di 27’ê Nîsanê de li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hat pêşandan, bi eleqeyek mezin hat temaşekirin û temaşevan kenandin. Listikvanê listikê Muhammed Kaddafî Unal têkildarî lîstikê ji ajansa me re axivî.    PÊDIVIYA KURDÎ   Unal, da zanîn ku demeke dirêj e koma wan bi listikên tirkî derdikeve pêşberî bîneran. Unal, da zanîn ku lîstikvan, mamoste û derhênerê şanoyê kurd in û helwesta xwe ya xwedî derketina ziman wiha anî ziman: “Em fikirîn ku tev kurd in lê qet bi kurdî nalîzin. Piştî pandemiyê li ser YouTube'yê me bi navê Çîrok Mîrok hinek bername parve kirin. Lê şano kêm dima, bi lîstikê jî me dest bi lîstika kurdî kir û em dixwazin vê destpêkê bidomînin.”   VEGERÊN GEL   Unal, bi bîr xist ku ji hêla ziman û lîstikê ve hinek kêmasiyên wan hene, lê tevî van kêmasiyan vegerên gel wan xurt dikin û hêz didin wan. Unal, ev vegerên gel wiha nirxand in: “Gel razîbûn û rexneyên xwe bi hev re tîne ziman. Qasî ku ew me bişopînin em ê xwe sererast bikin û rastiyê bibînin.”    ‘HEM REXNE DIKE HEM DIDE KENANDIN’   Unal, destnîşan kir ku lîstika ‘Tu Ne Gara Yî’ hem hişmendiya pergalê rexne dike hem dide kenandin û hem jî dide fikirandin.     BANGA PIŞTGIRIYÊ   Unal, di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser giringiya temaşevanan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Temaşevan bila me bişopînin û rexne û pêşniyarên xwe bila ji me re ragihînin. Bi saya van rexne û pêşniyaran em riya xwe rast dikin û xebatên xwe serkeftîtir dikin.”