Festîvala Mûnzûrê dê wek ku hat eşkerekirin bê lidarxistin 2022-07-19 13:54:06   DÊRSIM - Îsal 20’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê tê lidarxistin. Walîtiyê hin qedexeyan ji bo festîvalê ragihand. Komîteya Amadekar têkildarî qedexeyan daxuyanî da û got bernameya wan bi awayên eşkere kirine dê berdewam bike.    Festîvala Çand û Xwezayê ya 20’emîn a Mûnzûrê îsal bi dirûşma “Li dijî talankirina madenê xwezayê, li dijî talanê jiyanê, li dijî qedexeyan hunerê diparêzin” di navbera 21-24’ê tîrmehê de li Dêrsimê û navçeyên dê bê lidarxistin. Walîtiya Dêrsimê hin qedexeyan anî pêşiya Festîvalê. Komîteya Amadekar a Festîvalê têkildarî biryarên qedexeyên walîtiyê daxuyanî da.    ‘EM Ê BERNAMEYA XWE BIDOMÎNIN’    Daxuyanî li Ewyana Civînê ya Şaredariya Dêrsimê hat lidarxistin. Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu axivî û wiha got: “Divê bê zanîn ku Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê weke berhema hewldana parastina dîrok, çand, bawerî, ziman û xwezaya gelê Dêrsimê derketiye holê. Em qedexeyên vê zîhniyeta qedexeker a ku dem bi dem ji bo festîvala me derdikeve holê, qebûl nakin. Em ku ji berê heta niha bûne parêzvanên xweza-ziman-çand-hunerê; Bêyî guhertina çalakiyên di bernameya festîvalê de em ê bi awayekî fiîlî û rewa bernameya xwe bidomînin.”    ‘EM QEDEXEYAN QEBÛL NAKIN’    Maçoglu destnîşan kir ku walîtiyê di 18’ê mehê de sê nivîsên cuda ji wan rê kiriye û di ragihandina xwe de diyar kiriye ku meş û daxuyaniyên li dijî feqîrî, dejenerebûn, pişaftinê û talankirina xwezayê û konserên Grup Yorum û Grup Îsyan Ateşî hatine qedexekirin. Maçoglu anî ziman ku ev cihên ku çalakî û konser lê hatine qedexekirin ji bo turistan serbest in û ji bo dêrsimiyan qedexe ne û ew ê van qedexeyan qebûl nekin û dê komên muzîkê stranên xwe bêjin. Maçoglu diyar kir ku meşa wan a ku plansaziya wê kirine dê di heman saetê de pêk were û xwest tevahiya gelê Dêrsimê û hemû dostên xwe vedixwînin Dêrsimê.