Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev 2022-10-13 20:55:18     ŞIRNEX - Şêniyên Gundikêmelê di kevneşopiya serdana goristanê ya 300 salî de hatin cem hev.   Li bajaroka Gundikêmelê ya Şirnexê kevneşopiya serdana goristanan a 300 salî dewam dike. Şêniyên bajarokê her sal di roja pêncşema yekemîn û pêncşema duyemîn a meha Cotmehê de serê sibê li goristanê tên cem hev.   Kevneşopiya 300 salî  ji aliyê Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Gundikêmelê  li goristana Qevera Mardîvîn a Bêgurzanê hat lidarxistin. Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê û rêveberên wê beşdarî serdana goristanê bûn. Hevşaredarên bajarokê Zahîre Erk û Mûsa Sîdar di serdana goristanê de gel silav kirin û daxwaz kirin ku serdana goristanê bibe wesileya aştî û aramiyê.   Piştî serdana goristanê, gel xwarina bi hev re çêkiribûn xwarin. Xwarinên hatin çêkirin li ser maseyên li dû hev rêzkirî hatin bicihkirin û zêdetirî 100 malbat  li ser heman sifreyê kom bûn.   Piştî xwarinê lîstika kevneşopî ya Guhşegî hat lîstin.