Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin 2022-10-21 22:10:31   AMED - 4'emîn Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê li Wêjegeh Amedê bi dirûşmeyaa “Heqîqeta Di Zimanê Xeyalê De” dest pê kirin.   4'emîn Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ya bi pêşengiya Weşana Lîsê û Navenda Hunerê ya Amedê dest pê kirin. Di roja ewil a rojên wêjeya berawirdî de Şeva Helbestê hat lidarxistin. Şev li Wêjegeh Amedê ya li navçeya Peyasê ya Amedê hat lidarxistin. Ji Weşanên Everestê Saadet Ozen, Komaleya Wêjekarên Kurd, Sendîkaya Nivîskaran ya Tirkiyeyê, Yekîtiya Nivîskarên Dihokê, mêvanê taybet ê RojêN Wêjeya Berawirdî Zulfu Lîvanelî û gelek wêjehez beşdar bûn.    Di destpêkê de ji Sendîkaya Nivîskaran ya Tirkiyeyê Vecdî Erbay axivî. Erbay got: “Wêje cihê axaftinê ye. Ya ku wêjeyê jî xweş dike ev e. Ev ji aliyên rêxistinen sivîl ên Amedê ve tê kirin, lewma pir girîng e. Ev dibe wekî kombûna çanda saziyan. Ez bawer dikim dê xweş derbas bibe."    Piştî axaftinê helbestvan, Asûman Sûsam, Beyar Bavî, Bîrsen Înal, Ciwan Serwer, Hîcran Aslan, Nejat Abdullah Kadhîm, Îrfan Amîda, Mem Bawer, Meryem Çoşkûnca, Metîn Aydin û Mîna Acer helbestên xwe bi zimanê kurdî, tirkî û erebî xwendin.   Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dê heya 30'yê Cotmehê bidomin.