Wênesazên Mahabadî li Amedê pêşangeh vekirin 2018-04-07 10:52:50 AMED - Wênesazên kurdên Îranî Îdris Samanî û Beşîr Nasêrî li Amedê pêşangeha wêneyan vekir.   Wênesazên kurdên Îranê Îdris Samanî û Beşîr Nasêrî li Şanogeha Bajar a Amedê Pêşangeha Wêneyên Têkel vekirin. Gelek hûnerhez beşdarî pêşangehê bûn. Wênesazan derbarê wêneyên çêkirinê de agahiî dan û wateya wêneyan vegotin.   Du hunermendên ji Mahabadê, piştî li Tahranê perwerdeya hunerê dîtin, li gelek cihan pêşangehên wêneyan vekirin. Du wênesazên kurd ev du salin li Amedê dijîn.