Dê bi hunerê behsa erdhejê bike 2023-04-09 09:04:32   HATAY- Wênesaz û peykertiraş Ahmet Bostanci, armanc dike ku ji nifşên nû re bi hunerê behsa erdhejê û bandorên wê bike.    Li Hatayê ku bandoreke mezin ji erdhejn Mereşê girt, atolyeya wênesaz û peykertiraş Ahmet Bostanci zirar dît. Bostanci ku heya niha gelek berhem çêkirine,  anî ziman ku dixwaze erdheja ku bandor li 11 bajaran kiriye bi hunerê vebêje.    XEBATÊN WÎ YÊN HUNERÎ   Bostanci ku zêdetirî 45 sal in wêne, peyker û mozaîkê çêdike, heya niha 6 pêşangehên wêneyan vekirine. Bostanci anî ziman ku herî dawî jî berê xwe daye peykertiraşiyê. Bostanci da zanîn ku ji xeynî Peykerê Bîrdariyê yê Efsaneyan ê 8.5 metre bilind ê li ber Zanîngeha Çûkûrovayê, li gelek zanîngehên din jî peyker çêkirine û got: "LI koleksiyonên cuda 300 heb xebatên min ên boyaxa birûn hene û 200 jî xebatên min ên mozaîkê."   Bostanci ku got "huner rengekî din li jiyana mirov bar dike, mirovan ber bi fikirine din ve dibe û rengekî cuda ye" da zanîn ku ew dixwaza peykerên ku behsa erdhejê dikin çêbike.   Bostanci bilêv kir ku ji xeynî vê ew dixwaze xebatine din jî bike û axaftina xwe wiha qedand: "Em ancax dikarin bi hunera xwe behsa vê erdhejê bikin. Em ê hewl bidin ku em ê vê erdhejê, rastiya erdhejê bi hunerê, bi peykeran ji nifşên bê re bibêjin."   MA / Mujdat Can