Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket 2023-04-10 09:50:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rêya sêyemîn hêviya milyonan e” derket.    Hejmara 173’yemîn a Rojnameya Xwebûnê ya kurdî ku heftane weşanê dike “Rêya sêyemîn hêviya milyonan e derket. Di manşeta rojnameyê ya vê hefteyê de cih dan hevpeyvîna bi Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin re hatiye kirin. Hevpeyvîna têkildarî hilbijartinan bi yek ji pêkhateyên Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd Serokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç û têkildarî operasyonên li ser partiyê bi Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di vê hejmarê de cih girtin.    Nivîskarê rojnameyê H. Halît Alaçati nivîseke têkildarî nîqaşên li ser Partiya Çepên Kesk û TÎP’ê tên meşandin nivîsand. Di rûpela çandê ya rojnameyê de jî nûçeyeke têkildarî xebatên Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek cih girt. Di rûpela jinê de jî analîzeke têkildarî Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk û di rûpela kirmançkî de jî nivîseke têkiliyên desthilat û ol digire dest cih girtin.