Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn 2023-04-10 09:50:59 WAN - “Rojên Muzîkê yên Aryenê” ku ji aliyê Akademiya Hunerê ya Aryenê ve ji bo çanda kurdî bidin jiyîn hate lidarxistin û dahata wê diyarî mexdûrên erhejê hate kirin bi dawî bûn. Hunermendên beşdarî aktîvîteyê bûn, bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê.     Akademiya Muzîkê ya Aryenê, ji bo mexdûrên erdhejê bi navê “Rojên Muzîkê yên Aryenê” komek konseran li Wanê li dar xist. Konserên ku 4 rojan berdewam kir, bi koma muzîkê ya bi navê Dengê Meyman dest pê kir û pişt re bi tev li bûna Aryen Kom û Sorjiyan berdewam kir. Konser bi koma muzîkê ya bi navê Colemêrg Collectiveyê bi dawî bû. Konserên ku rastî eleqeyeke mezin hatin, li eywana ŞanoWanê ya Aydin Perîhan AVM’ê hatin lidarxistin. Bername diyarî mexdûrên herêma erdhejê hate kirin.    ‘EM Ê BI HEV RE SERBIKEVIN’   Endama Aryen Komê hunermend Mizgîn Tûran da zanîn ku di pêşiya erdhejê de ev projeya wan ya “Rojên Muzîkê Yên Aryenê” hebû, lê ji ber erdheja navenda wê Mereşê çêbû û bandor li 10 bajarên din kirin taloq kirin. Tûranê diyar kir ku ji xwe stranên kurdan êş û azarên wan di nav xwe de dihewînin û da zanîn ku ji ber vê yekê jî xwestin vê bernameyê diyarî mexdûrên erdhejê bikin. Tûranê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû komên muzîkê bi tarza xwe derketin ser dikê. Ev ‘Roja Muzîkê yên Aryenê’ ya yekemîn bû. Em bi gelek kelecan bûn û tevlibûnek xurt jî heye. Armanca me ya yekem ew bû ku gelê Serhedê çiqas tev li çandê dibe. Me xwest bibînin ku gelo dê gel ji bo çanda xwe, zimanê xwe alîkarî û piştgiriya me bike? Lê em rastî jî spasiya hemû gelê xwe dikin ku bi awayekî xurt tev li bernameyê bûn. Ev yek me gelek kêfxweş dike ku em bi hev re ne û em ê bi hev re serbikevin. Armancên me pêk tên û em bi vê yekê jî pir kêfxweş in.”   ‘BILA GELÊ ME LI CEM ME BE’   Turanê destnîşan kir ku ew bi tena serê xwe nikarin li ser dikê stranên xwe bibêjin û divê gel pêşberî wan be ku ew bertekên gel bibînin. Tûranê diyar kir ku ew bi bandora gel û guhdarvanan stranên xwe dibêjin û wiha berdewam kir: “Ez bawer im em jî bandoreke erênî li ser gel çêdikin. Em li vir in û em dixwazin ciwanên me, dildarên me, zarokên me, gelên me jî bi me re bin. Ji ber ku em dizanin ku em ê bi hev re serbikevin. Bi rastî jî ev kar bi tena serê xwe nameşe. Em xurt bibin em ê karê xwe jî xurt bi rê ve bibin. Bangawaziya me ew e ku bila gelê me li cem me be. Em ê bi hev re di vê rêyê de xurt bimeşin.”   ‘EV XEBATEKE GELEK PÎROZ E’   Solîsta Koma Sorjiyan Mizgînê ku ji Êlihê tev li bernameyê bûne jî axivî û destnîşan kir ku ev xebata alîkariyê karekî gelek pîroz e. Mizgînê bi lêv kir ku ew gelek kêfxweşin ku di vê bernameyê de cih digirin û wiha pê de çû: “Ez bawer dikim ku me armanca xwe pêk anî. Pêwîste xebatên bi vî awayî berdewam bikin. Em alîkariya hev nekin, mil nedin milê hevdû em nikarin serbikevin.”