Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin 2023-04-19 17:32:19     MÊRDÎN - Li Midyadê êzidiyan Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.    Li gundê Bacînê yê navçeya Mêrdînê ya Midyadê, êzidiyan Cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Êzidiyên li gund û êzidiyên li gundên derdorê, tevî şaneya Partiya Çepên Kesk Çarşema Sor pîroz kirin. Jin û mêran kincên kurdî li xwe kirin û mêvan ezimandin.    Di pîrozbahiyê de xwarin hat xwarin û hêkên bi rengên cuda hatin boyaxkirin li hev hatin xistin.