Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin 2023-04-19 21:03:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên herêma Efrînê bi dirûşmeya “Êzdatî nasnameya me ye, çand e, dîrok û berxwedan e" Çarşema Sor pîroz kirin.   Şêniyên herêma Efrînê bi dirûşmeya “Êzdatî nasnameya me ye, çand e, dîrok û berxwedan e"  li qada gundê Maretê ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li hev kom bûn. Qad bi wêne û gulan hat xemilandin. Li ser navê Rêveberiya Êzidiyên Efrînê Hisen Hesen axivî û cejna Çarşema Sor li tevahiya gelan pîroz kir.   Li ser navê Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Bekir Elo axivî û got: “Projeya ku îro Rêber Apo diyarî me kiriye, hişt rastiya dîrokê derkeve holê. Em cejna Çarşema Sor li Rêber Apo pîroz dikin."   Bekir Elo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Xeta pêxember Zerdeşt ji bo me diyar kiriye, xeta xêrê ye.”   Her wiha koma mamosteyan û Koma Kulîlkên Pêşerojê ya zarokan qewlên Çarşema Sor gotin.   Şahî bi stranên hundermend Efrînê Rêzan Bekir, Mihemed Welîd û Meryem Mihemed, her wiha