Ji Hunergeha Welat stran û klîbek nû: Li Herî Jorê 2023-04-24 12:00:18   NAVENDA NÛÇEYA - Hunergeha Welat berhem ango strana  “Li Herî Jorê” bi tevî klîba wê ve amade kir û weşand.   Hunergeha Welat a li rojavayê Kurdistanê xebatên xwe çand û hunerî hildiberîne xebatên hêja amade dike û bi raya giştî re parve dike. Vê carê jî Hunergeha Welat got, “Li Herî Jorê” û klîba vê stranê amade kir û bi guhdar û bînerên xwe re parve kir. Stran diyarî giyanên cangoriyên azadiya Kurdistanê ku di şerê li başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji deset dane hat kirin. Mehmûd Berazî wek her demê muzîka stranê amade kiriye. Gotinên stranê ji aliyê Şêro Hindê û Îbrahîm Feqê ve hatiye nivîsandin. Hunermend Şervan Badînî jî dibêje.    Kareografiya reqa klîbê ji aliyê Rojda Dendara ve hatiye amadekirin. Klîb bi şêwaz û dîtbariyek xweşik hatiye amadekirin û stran û dîtbariya klîbê harmoniyek radixe ber çavan. Mirov ne ji gotinên stranê ne jî ji temaşekirina dîtbariya klîbê têr dibe.    Di destpêka klîbê de cih dane vê nivîsê: “Her dem Dêrsim, Zap û Zagrosê, hemû çiyayên Kurdistanê bûne sembola parastinê. Ti hêz nikaribûn wan devaran ji destê kurdan derxin. Bi hezaran şehîdan xwîna xwe rijandin ji bo ku her dem Kurdistan bimîne, mînaka berxwedanê li hemû cîhanê diyarî giyanên hemû şehîdan, bi taybet Esmer, Botan û Memyan.”   Lînka klîbê wiha ye:    Gotinên stranê wiha ye:   LI HERÎ JORÊ   “li jorê li herî jorê botano Esmerê xizêm şorê wa Esmerê li garê li hawirdorê Botano  çavbazê kezîmorê hê Esmerê çeqelê van romiyan Botano  bê terqîn şandin gorê wa Esmerê - ava zê pir bi nav e Botano ji bo neyar çirav e wa Esmerê têk çû romya bêbav e Botano paşpaşkî gavegav e hê Esmerê kelaxên wan li ber tav e Botano para wan mirina xav e hê Esmerê    Koro ava zê gujeguj e  guliya metîna ya kej e  Esmer berûya bej e Botano çiya ji awiran diheje Esmerê gurboz yek car dikuje Botano rêya wan vajevaj e Esmerê - enya gever bilind e Botano da ber xwe ser û bin e hê Esmerê şeşxanan qîj e û him e Botano me û tirkan hirm e û gurm e hê Esmerê şerê sîng û dewran e Botano  sîreg li hinav û sîngan e hê Esmerê    memyanê min xweş siwar e Botano lûla wî jê re yar e hê Esmerê gurza mem  kurêjar e Botano çoga wan anî xwarê hê Esmerê cewrên tirko bi hewar e Botano li qesrê qareqar e hê Esmerê   Koro  segvanên nîşançî ne serfir e mefer nîn e  werxelê çi xweş war e Botano  çeper ê xwarz û xal e Esmerê  çar tilî qûçê wan e Botano tirs mergê roviyan e Esmerê”