Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê 2023-05-04 11:30:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvan Ferhat Merdê jî bi helbesta “Dengê xwe bidin xwe” piştigriya Partiya Çepên Kesk kir. Merdê di helbestê de bang li her kesî dike ku li dengên xwe xwedî derkevin.    Ji hilbijartinên Serokkomarî û Giştî re ku wê di 14’ê Gulanê de bên kirin re 10 roj man. Gelek hunermend, nivîskar, helbestvan û rewşenbîr piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk radigîhinin. Helbestvan Ferhat Merdê yê ji rojavayê Kurdistanê helbesta “Dengê xwe bidin xwe” nivîsand û bi vê helbestê piştgirî da Partiya Çepên Kesk. Merdê li studyoyê klîbek bo helbestê amade kiriye û li ser hesabê xwe yê YouTube belav kir.      Gotinên helbestê wiha ye:    “Min ji zarokan pirsî gotin em ê dengê xwe bidin xwe   Min ji dayikan pirsî gotin em ê dengê xwe bidin xwe   Min ji bav û kalan pirsî gotin em ê dengê xwe bidin xwe   Her kes got em ê dengê xwe bidin xwe    Madem em hezkiriyên azadiyê ne helbet em ê dengê xwe bidin xwe helbet   Bi wêrekî em ê li dengê xwe bipirsin   Bila çavên me vekirî be, şiyar be, şiyar be ji dek û dolaban re, ji xapînokên pergala   Heyfa zimanê xweşik, çanda me yî xweşik, dilê me yî xweşik sêwî bimîne   Ez heme, tu heye, ew heye, em hemî hene    De rabin em dengê xwe bidin xwe    Qurbana çavê we bim”