Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin 2023-06-13 09:02:21 ŞIRNEX - Xebata restorekirina berhêma dîrokî Birca Belek ev sal û nîve hêj nehatiye xelaskirin. Li gel ku karekî pêşçav nayê kirin jî, destûr nayê dayîn ku gel biçe serdana bircê.  Dîroka Birca Belek, li Cizîr a Şirnexê ye û xwedî dîrokeke kevnare ye. Birc, bi qasî 6 hezar sale li erdnîgariya Cizîrê li ber xwe dide. Her sal bi hezaran kes ji bo dîtina vê berhema dîrokî berê xwe didin navçeyê. Lê ev sal û nîve bi hinceta “restorasyonê” destûr nayê dayîn ku gel biçe serdanê. Wezareta Çand û Turîzmê û Midûriyeta Giştî ya Mîrateyên Çandî û Muzexaneyan, bi hevkariya Şîrketa Anonîm a Turîzm Înşaet Ticaretê ya Zeydanliyê di 17’ê tebaxa sala 2021'an de dest bi xebatên restorasyonê kir. Xebata restorasyonê bi dawî bûye lê deriyên bircê hêj jî girtî ne û rê nayê dayîn ku xelk biçe serdanê. Tê gotin ku xebatên restorasyonê hêj berdewam in lewma destûr nayê dayîn lê di halê hazir de tu xebatên berbiçav nayên kirin. Dîwarên bircê yên li hundir jî bi pejanekî hatiye pêçandin.    Xelkê navçeyê ji ber dirêjbûna vê pêvajoya restorasyonê bibertek e û bi gotinên weke “Gelo ma li wir li xizîneyan digerin?” nerazîbûna xwe nîşan dide.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo xebatên restorasyonê yên li avahiyên dîrokî yên navçeyê demek tê veqetandin lê piranî gelek bi ser vê dîrokê re derbas dibe û restorasyon heta demekî dirêj didomin. Her wiha di vê berhema dîrokî ya behsa xeberê de Seroka Komeleya Çand, Hûner û Pêşketinê ya Birca Belek û Endama Lijneya Rêveber a Baskê Jinan a Navenda Giştî ya AKP'ê (MKYK) Hatîce Atan ku weke "keça manewî" ya Erdogan tê zanîn, ji bo xwe cih veqetandibû. Beriya niha jî hate dîtin ku Atan di avahiya dîrokî de klîma bi cih kiriye.   Her wiha dora kelehê tê hilweşandin û çopên li derdora kelehê ku nayên paqijkirin jî dibin sedema qirêjiyê. Tevî vê yekê jî tu tevdîr nayên girtin.    GIRÎNGIYA KELEHÊ   Birca Belek ku Beriya Zanînê di salên 4000’î re de hatiye avakirin, ji Gutî, Med, Asûr û Mîrên Botanê re malovanî kiriye. Her wiha di serdema Împeratoriya Osmanî de jî bi salan weke baregeheke leşkerî dihat bikaranîn. Di sala 2010’an de Birca Belek a ku ji aliyê leşkeran ve hatibû valakirin, ji aliyê Qeymeqamtiya Cizîrê ve hate tamîrkirin.   FÎRMAYA KU ÎHALEYA RESTORASYONA STANDIYÊ   Şîrketa Anonîm a Turîzm Înşaet û Bazirganiyê ya Zeydanliyê di sala 1983'yan de ji aliyê Cahît Zeydanli ve hata avakirin. Zeydanli, di sala 1994'an de Şîrketa Kartalkaya ava kir û di sektora înşaetê de xebatên xwe didomîne. Şîrket, li bajarên weke Bedlîs, Wan, Mûş, Amed, Riha, Dêrsim, Amasya, Agirî, Nîgde û Şirnexê xebatên curbecur dimeşîne. Balkêşe ku vê şîrketê heta niha nêzî 25 îhaleyên mezin ên wekî bendav û ewlekariyê girtine.    MA / Zeynep Durgut