Zarok MA 2 saliya xwe pîroz kir 2023-07-06 20:39:20   AMED – Di bernameya ji bo duyemîn salvegera Zarok MA'yê de zarok derketin ser dikê û bi performansa xwe bal kişandin.    Zarok MA duyemîn salvegera xwe pîroz kir. Zarokên li Zarok MA'yê perwerde dîtin, di salvegera Zarok MA'yê de bi kincên xwe yên kurdî bal kişandin. Di bernameyê de zarokan spasnameyên xwe wergirtin û paşê derketin ser dikê. Zarokan bi performansa xwe balê kişandin ser xwe.    Koordînastorê MA Musicê Şêrko Kanîwar ku di dawiya bernameyê de axivî, got ku ew hêvî dikin Ma Zarok 200 saliya xwe jî bibîne. Kanîwar destnîşan kir ku ew ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin.    Bername bi stranan û govendgerandinê bi dawî bû.