Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî 2023-07-09 09:55:21   AMED - Zabiteyên girêdayî şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de û polîsan hewl dan konsera hunermend Kasim Taşdogan asteng bikin.    Hunermendê kurd Kasim Taşdogan xwest li kafeyeke li Taxa Kooperatîfler a navçeya Bajarê Nû ya Amedê konserê li dar bixe. Zabiteyên girêdayî şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de û polîsan bi îdiaya “destûr nehatiye girtin û îxbara qerebalixê” xwestin konserê asteng bikn. Zabite û polîsan bi vê hincetê xwediyê kafeyê Ramazan Şîmşek hişyar kirin û gefa “heke konser bidome em ê ceza li te bibirîn” xwarin. Li ser vê yekê jî konser bêyî hoparlor bên bikaranîn domiya. Guhdaran, stranên Taşdogan pê re gotin û konser bi coşeke mezin bi dawî bû.    ‘EM Ê WAN HÊJ BÊHTIR ACIZ BIKIN’   Şîmşek bertek nîşanî rewşê da û wiha got: “Ya ku tê kirin, bêtehemûliya li dijî kurdî ye. Ev kolan, kolana hunerê ye. Kolana Amedê ye û kolanekî çandî ya bajarê me ye. Em ê heta dawiyê çanda xwe bijîn. Piştî 10 salan, me hunermendekî kurd ê navdar anî vê derê. Lê hinek kes ji vê aciz bûn. Em jî dibêjin ‘bila aciz bibin.’ Em ê wan hêj bêhtir aciz bikin. Dê berxwedana me bidome.”