Li Amedê şanoya 'Kulav û Peyk' 2023-09-06 23:41:02 AMED- Li Şanoya Bajêr a Amedê lîstika "Kulav û Peyk" a Şanoya Dihokê hat lîstin.  Di çarçoveya bernameya meha Îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê de lîstika mêvan a "Kulav û Peyk" a Şanoya Dihokê hat lîstin. Di roja duyan a bernameyê de eleqeyeke zêde ji bo lîstikê hebû. Lîstik ku ji sê beşan pêk tê, 80 deqeyan dewam kir.   Lîstik behsa drama ciwanê di nava jiyana kapîtalîst û edetî de asê maye dike.