Mijara şevbihêrkê ‘Teşî’ û ‘Rêwî’ bûn 2018-04-25 11:03:17   AMED – Koma Helbestê ya Amedê şevbihêrkên xwe yên helbestan dewam dike. Di vê şevê de behsa serpêhatiya helbestkarî û nivîskariya Azad Zal hat kirin û helbestên wî hatin xwendin.     Koma Helbestê ya Amedê şevbihêrkên xwe yên helbestê dewam dike. Kom di çalakiyên xwe de gelek helbestkar û helbestan nîqaş dike. Helbestkar û hezkiriyên helbestê vê carê li avahiya Weşanên J û J kom bûn. Di vê şevbihêrkê de behsa helbestkar û nivîskar Azad Zal hat kirin û helbestên wî hatin xwendin.    Zal behsa serpêhatiya xwe ya helbestkarî û wêjeya kurdî kir û got ku ji bo ew xebatên ziman û wêjeya kurdî birêve bibe dest bi van xebatan kiriye. Zal destnîşan kir ku niha ew bi xebatên Weşanên J û J xebatên xwe didomîne û êdî ew ê hêdî hêdî dest bi çêkirina pirtûkên deng bikin.    Piştî Zal behsa serpêhatiya xwe kir, helbesta “Teşî” nivîsandiye xwend. Pişt re helbestkar û beşdarvanên komê helbest xwendin.    Helbestkar Zal, heta niha du pirtûkên bi navê “Teşî” û “Rêwî” yên helbestan çap kiriye.    Koma Helbestê dê di 11'ê gulanê de ji bo Roja Cejna Zimanê Kurdî li Pale Huner li hev kom bibe û bi wesîleya rojê dê tenê helbestan bixwînin.