8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir 2023-09-27 21:25:33 AMED - 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê bi fîlmê “Zimanê Dayikê” dest pê kir. 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê bi fîlmê “Zimanê Dayikê” dest pê kir. Eywana ku fîlm lê hat nîşandan, bi flamayên mîhrîcanê hat xemilandin. Roja yekemîn ya mîhrîcanê rastî eleqeyeke mezin hat. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş, sînameger, derhêner û gelek kes tev li mîhrîcanê bûn.    Di destpêkirina bernameyê de pêşkêşvan Ardîn Dîren bal kişand ser keda ji bo mîhrîcanê hatiye dayîn û wiha got: “Me piştî salan dîsa dest pê kir, hevalên me bi mehan e ked didin. Hem ji bo Amed û hem jî ji bo sînemaya kurdî gavek pir girîng bû. Cih û komeleyên me bi salan e hatine girtin, lê em ê bi her awayî hunera xwe bidomînin û gav paşde navêjin.”   ‘ÇI DIBE BILA BIBE DÊ SÎNEMAYA AZAD SERBIKEVE’   Pişt re derhêner û sînemager Metîn Ewr axivî û destnîşan kir ku wan ji ber hin hincetan demekê mîhrîcanê li dar nexistine. Ewr anî ziman ku ew îro dîsa bi hevkariya hunerhezên xwe hatine cem gelê xwe û ew ê di van belgefîlman de rewşa welatê xwe pir baş bibînin. Ewr wiha berdewam kir: “Dixwazin bi talanê welatê me xera bikin. Sansûrên tên kirin nîşan dide ku karê me çiqas girîng e. FilmAmed helwesteke li dijî sansur û talanê ye, li ber xwe dide. Di demên dawî de êrîş li Yilmaz Guney tên kirin, Yilmaz Guney derhênerekî berxwedêr e, di sînemayê de helwestek e. Ew êrîşî nasnameya wî dikin. Lê weke ku Yilmaz Guney jî got, 'çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin’. Çi dibe bila bibe dê sînemaya azad bi ser bikeve.”   ‘FÎLMAMED BERXWEDANEKE MEZIN NÎŞAN DIDE’   Herî dawî Parlamentera Erziromê ya Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş axivî û wiha got: “Sînema û sansur rewşeke ku desthilatdar dev jê bernade ye. Di vê wateyê de FilmAmed berxwedaneke pir girîng nîşan dide. Qeyûman ne tenê şaredarî desteser kirin, polîtîkayên xwe yên îmha, înkar û asîmîlasyonê jî domandin. Hemû saziyên me desteser kirin. Zextên giran li ziman û çanda me kirin. Zexteke giran ne tenê li ser civaka Kurd li ser tevahiya qada hunerê heye. Îro dema ku yek dibêje 'me nekarî hegemonyaya xwe ya çandî ava bikin', baş dizanin ku çima nekarîn ava bikin. Ev civak rê nade vê yekê. Polîtîkayên xwe yên dijminatiyê çiqas zêde bikin jî em ê dev ji çand, huner û zimanê xwe bernadin.”   MIJARA FÎLMÊ ‘ZIMANÊ DAYIKÊ’   Piştî axaftinan fîlma "Zimanê Dayikê" ya ji derhêneriya Sarkew Mesgarî hat pêşandan. Fîlm çîroka çalakvanên civaka sivîl û mamosteyan vedibêje ku hewl didin alîkariya zarok û xwendekarên ku ji mafê xwe yê fêrbûna kurdî bêpar mane, bikin û wan fêrî zimanê kurdî bikin.   Herî dawî beşa pirs û bersivan hat lidarxistin û derhênerê lîstikê pirsên temaşevanan bersivandin. Piştî pirs û bersivan Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz plaket da derhêner Sarkew Mesgarî û roja yekem ya mîhrîcanê bi dawî bû.