Jan û êşa jinan kir pirtûk 2018-04-26 09:25:08 RIHA – Aysel Ozdemîr li jinan guhdar kir û pirtûka bi navê “Mezopotamya’nin Kirgin Çiçekleri” derxist. Ozdemîr diyar kir ku êşa jinên li gundan wê kaşkiriye nivîsandinê û got: “Nivîsandin bi serê xwe raperînek e. Min xwest ez bi pênûsa xwe li hemberî zilmê rawestim.”  Aysel Ozdemîr li Rihayê hat dinê û li vî bajarê qedîm mezin bû. Li Rihayê geriya û li çîrokên jinên li derdora xwe guhdar kir. Ozdemîr çîrokên jinan di pirtûka bi navê “Mezopotamya'nin Kirgin Çiçekleri (Kulîlkên Dilşikestî yên Mezopotamyayê)” de berhev kir. Ozdemîr anî ziman ku ew neçar ma deng û rengê jinan ku guhdariya wan kir bike pirtûk û li ser daxwaza jinekê vê pirtûkê derxistiye.    ‘EZ BI PÊNÛSA LI DIJÎ ZILMÊ DERKETIM'    Ozdemîr got ku ew li navçeya Hewagê ya Rihayê çavê xwe li jiyanê vekiriye û ji ber hevjînê wê mele bûye li gelek gundên herêmê jiyaye û geriyaye. Ozdemîr diyar kir ku ji ber vê yekê li ser jiyana wan lêgerîn kiriye û dema behsa çîrokên jinan dike jî nasnav bikar aniye.    Ozdemîr destnîşan kir ku dema ew bûye şahidê zilma li ser jinan wê gelek êşandiye û wiha got: “Zextên zilam min li ser dayik, xwişk û cîranên xwe dît. Min vê zextê li ser tevahiya civakê hîs kir. Ji ber karê hevjînê min em gund bi gund geriyan. Li van gundan sohbetên jinan çêdibûn. Piştî demekê ev sohbet bûn tora alîkariyê. Min li gelek çîrokên sosret û bandor guhdar kir. Serê ewil çima min nivîsand jî nizanibû. Pişt re min nîşeyên biçûk girtin û ez bi pênaûsa xwe li hember vê zilmê rawestiyam. Min dixwest binivîsinim û tişta nava dilê xwe birêjim. Bi awayekî takekesî ji bo min raperîn bû. Ez tu carî teslîmî vê zextê nebûm.”    HER ÇIQAS KES PIŞTEVANÎ NEDAYÊ JÎ DÎSA NIVÎSAND    Ozdemîr da zanîn ku bi taybetî li aliyên gundewaran jinên dijîn jê re behsa bûyerên tundî û îstîsmarê kirin e û kurtejiyana xwe wiha şîrove dike: “Ez zewicî me û 5 zarokên min hene. Ji bilî karê malê û xwedî kirina zarokan karek min din jî hebû. Ev nivîsandin peywîrek civakî bû. Her ku min êşa jinên li derdora xwe guhdar dikir û hîn dibûm, min jî êş dikişand. Çîrokên jinan ewil min li rojnameyek herêmî ya Rihayê nivîsand. Wiha bi yek carî nebû. Min gelek tengezariya kişand. Di vê pêvajoyê de yên herî nêzên min jî digotin ‘Tu 40 saliyî û 5 zarokên te hene, tu yê pirtûk binivîsînî?’ J imin re nebûn piştevan. Min 4 salan li çîrokan guhdar kir û min 212 deng girtin. Ji van denga 30 deng min kir pirtûk.”    Ozdemîr got ku wê di dema çapkirina pirtûkê de jî gelek zehmetî kişandiye û li gel hemû tengezarî û êşkişandinê jî xwestiye ji bo jinan têkoşîn bike. Ozdemîr da zanîn ku bûyerên îstîsmar û tundiyê hêj rastiya vê herêmê ye û got: “Li aliyekî min kirin dijmin jî lê min dest ji vê têkoşîna çîrokên jinan berneda. Çunkî li vî bajarî di bin navê ‘bûkê’ de hêj zarokên bi berdêl tên zewicandin hene.”    ROZERÎNA 14 SALIYE WÊ BI BERDÊLÎ DIZEWICÎNIN    Ozdemîr behsa çîroka balkêş ya nasnavê wê kiriye Rozerîn kir û got: “Rozerîn niha li Dîlokê li nexweşxanekê tê dermankirin. Min du roj li wê guhdar kir. Piştî çîroka wê xelas bû, li gel 63 salî bû jî xwe xar kir û destê min maçî kir. Ji min re got ‘Ez dixwazim tu vê çîrokê bikî pirtûk. Bila jiyana min neyê jibîrkirin. Ez 14 salî bûm bavê min, 3 kesan dikuje. Zilamê ez pê re zewicîm bavê wî birayê wî û apê wî kuştiye. Li gel vê yekê jî min kirin ‘bûka’ vê malê. Bi şev min birin. Dema ez di derî de derketim, dayika min got tu bi kurê dijminê me re zewicîyî. Li şûna berdêla pereyê xwînê min dan wan. Dayika min got ‘Malbata zilamê tu pê re zewicîyî, dê qet bi ber min nekevin.’ Tu nabêjî dayika Rozerîn jî bi berdêlî hatiye zewicandin. Dayika wê jê re dibêje ‘Em jin hemû heman êşê dikişînin.’ Li ser daxwaza wê vê çîroka min kir arşiv biryar da ku bikim pirtûk.”    Ozdemîr anî ziman ku çîrokên mîna yê Rozerîn gelek hene û ew ê çîrokên jinan hêj bike pirtûk.    MA / Arjîn Dîlek Oncel