Derhêner Çakiral: Em jiyanek hevpar ava nekin emê tune bibin 2018-04-26 09:27:42 STENBOL - Muhammed Çakiral, derhênerê belgefîlma “Kirlangiçlar Susamişsa” ku çîroka gundekî li hemberî HES’an ji bo parastina xwezayê têdikoşe vedibêje, got: “Eger em çand jiyana bi hev re û jiyaneke mirovane pêk neyînin, em ê hemû tune bibin.”  Belgefîlma bi navê “Kirlangiçlar Sûsamişsa” (Eger Hechecîk Tî Bûbin) ku çîroka gundekî Behra Reş ku li hemberî Santralên Hîdroelektrîkê (HES) ji bo parastina xwezayê têdikoşe vedibêje, gihaşt ber destê fîlmhezan. Di fîlm de belgefîlm û dîmenên sêwirane daxilî hev bûne û cih dide berxwedana gelê herêmê. Ev fîlmê ku di sala 2014’an de hat kişandin û di Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Tokyo ya 27’emîn de ji bo xelatên “Fîlmê Herî Baş Ê Asyayê” û “Ruhê Asyayê” li ber xwe da, dû re li eywana Modayê ya li kadikoyê û eywanên din hat pêşandan.    Senarîst û derhênerê fîlmê Muhammed Çakiral, bal kişand ser projeyên HES’ê ku xwezayê texrîb dikin û têkoşîna gel a li hemberî HES’an.    ‘EGER LI HEMBERÎ VÊ REWŞÊ EM JIYANA BI HEV RE PÊK NEYÎNIN EM BÊN TUNEKIRIN’   Çakiral, destnîşan kir ku her diçe cîhan dibe çol û ji ber ev yek wî nerihet dike wî fîlm kişandiye. Çakiral got: “Gelhe zêde dibe. Her wiha beramberî vê jî qadên çandiniyê û qadên avî kêm dibin. Tirkiye jî di nav welatên ku her diçe dibin çol de cih digire. Hemû qadên çandiniyê û avî tên tunekirin. Li hemberî vê rewşê divê em çanda jiyana bi hev re û jiyana mirovane pêk bînin. Eger em pêk neyînin, em ê hemû tune bibin.”    Çakiral, diyar kir ku herî zêde jin li dijî projeyên HES’an derdikevin û got: “Eger bi qasî jinan liberxwedayîn hebûna, dê li gelek deverên Rojhilatê Behra Reş evqas HES nehatanan çêkirin.” Çakiral, bi lêv kir ku berxwedana gel di çapemeniyê de cih nagire û got: “Çimkî ev yek bi kêrî sermayeyê nayê. Eger ev berxwedan tim di rojevê de bûna, dê li tevahiya Tirkiyeyê berbelav bibûna. Lê ji ber vê hatin sansurkirin. Rojekê 637 polîs hatn gund û bi cop û gaza îsotan êrîş gundiyan kirin. Gelê li wir pir hay ji zirarên HES’an tune ne.”    ‘DERDÊ DEWLETÊ NE HILBERANDINA ENERJIYÊ YE’    Çakiral, bi lêv kir ku HES’ên tên çêkirin fêdeya wan li dahatê tune ye û got: “Li paşperdeya HES’an hin plan û berjewendiyên din hene. Dema li Tirkiyeyê hemû planên HES’an têkevin dewrê hîn ji sedî 2 û nîvê enerjiya ku pêdivî pê heye peyda nakin. Yanî derde dewletê ne hilberandina enerjiyê ye.”     Çakiral bal kişand ser projeyên HES’an ên li Çemê Mûnzûrê jî û destnîşan kir ku bi vî awayî dê êdî çem neherikin, tê çand bên tunekirin û çerxên kapîtalîzmê hewl dide wan hemûyan wekî sermayeye bi kar bîne. Çakiral anî ziman ku ji bo sermaye û kapîtalîzmê tu girîngiya çandan, baweriyan û zimanan tune ye.