21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî dest pê dike 2018-04-26 15:25:39   ENQERE - 21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurge  bi hevîdtina “Hêviyê” dest pê dike.    21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurge  bi hevdîtina “Heviyê” di 10-17 Gulana 2018’an de li Enqerê dest pê dike. Sazkarên Mîhrîcanê, bi armanca danasîna bernameyê li Hotela  Shareton civîna çapemeniyê li dar xistin. Organîzatora Mîhrîcanê Elîf Topkaya Sevînç di civînê de axivî û wiha got: “Em ê berdeyên mîhrîcana îsala ji bo hêviyê vekin. Ji ber ku hêvî hêza rojên herî zor û zehmet e û sinema bi hêviyê tê jiyîn. Em hemû kesê vedixwînin rojên xwe yên sinemayê.”