Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin 2023-10-06 10:31:10   AMED - Wênesaz Abdulmutallep Gardî wêneyên jiyana jinan neqiş dike. Gardî wêneyên xwe ji Hewlêrê anî Amedê û li hewşa Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê heta 8’ê mehê nîşanî welatiyan bide.    Wênesaz ji Abdulmutallep Gardî ji Hewlêrê galeriya wêneyên ku neqiş kiriye aniye Amedê û li hewşa Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li navçeya Sûra Amedê 8’emîn pêşengeha xwe vekir. Pêşengehê di 4’ê mehê de dest pê kir û wê heta 8’ê mehê vekirî be. Gardî bi metaforên cuda xwestiye jiyan û serpêhatiyên jinan neqiş kiriye. Wênesaz di salekî de wêne amade kirine û 20 wêne di pêşengehê de cih digirin.    Gardî dibêje ku wî di 8 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kriye û 45 sal in bi hunera wêneyan re mijûl e. Gardî diyar kir ku wî heta niha 7 pêşlengeh vekirine û pêşengeha xwe ya 8’emîn jî bi wêneyên jiyana jinan ku çêkiriye aniye Amedê.    Gardî da zanîn ku ew ê piştî Amedê li Hewlêrê jî wêneyên xwe bide nîşandan û got: “Ez hatim ku xebata xwe nîşanî Amedê bidim. Ez berê jî di sala 2007’an de hatibûm Amedê û min li Diyar Galeria pêşengeha xwe vekiribû. Ez dixwazim di navbera hunermendên Amed û Helwêrê de pirek were avakirin. Ez dixwazim em hin bêtir hev nas bikin.”    KED Û AFIRÎNERIYA JINAN    Gardî li ser babeta wêneyên xwe rawestiya û got: “Heke jin nebin, jiyan jî nabe. Êş û kulên hemû dinyayê li ser milên jinan e. Her wiha kar û barên jiyanê jî li ser milên jinan e. Lewma min xwest di vê xebata xwe de rengên jinan çêbikim. Min hewl da azadiya jinan bidim nîşandan. Armanca min ew e ku ez li gel êş û kulên jinan afirîneriya jinan derxim pêş.”    Gardî xwest xelkê Amedê serdana pêşengeha wî bikin û got: “Bila her kes were hev nas bike. Bila kurdên li Amed, Hewlêr, Duhok, Mahabadê hev nas bikin.”